Li Siwêdayê ji bo Durziyan daxwaza parastinê

  • 20:38 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiya protestoyî ya li Siwêdayê de, li dijî êrîşên li hember Durziyan banga parastina navneteweyî hat kirin.
 
Aktîvîstên li Siwêdayê li Qada Keramê hatin gel hev û êrîşên li hember Durziyan protesto kirin. Di çalakiyê de daxwaza parastina navneteweyî hat kirin û hat diyar kirin ku hikumeta heyî "hikumeta nerewa" ye û red kir, her wiha lihevkirin an jî bednên bikevin xizmetî berjewendiyên desthilatên "selefî" red kirin.
 
Çalakger Lîna Ebû Hemdan ji qada Keramê got daxwaza protestoyan rojane zêdetir dibe û destnîşan kir ku pêwîst e planên ku armanc dikin mozaîka Sûriyeyî werin aşkerakirin, bi taybet hewldanên derbekirina kêmneteweyên olî û paşguhkirina wan.
 
Çalakgeran bang kir ku kiryarên bi "bazirganên krîzan" wesif kirine rawestînin ku ew rewşên siyasî û aborî keysbaz dikin û êşên welatiyan zêdetir dikin.
 
Her wiha aktîvîstan peyamek ji desthilata Şamê re şand ku "lîstikên we aşkera bûn", ji ber ku di bin gelek navan de kiryaran dikin; hin caran bi navê nûnerên desthilata qanûnê hin caran jî binpêkirina qanûnê derdikevin.
 
Berdevka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan Esala Eslan jî got bûyera vê dawiyê ya li Siwêdayî û hedefgirtina yekser ji herêmên ku piranî Durzî re, planeke mezhebî û terorî ye bi hewldana tunekirina pirrengiya olî û çandî li welat e û veguherandina Sûriyeyê ber bi dewleteke xwedî damxaya selefî ya tundraw e.