Li Hatayê li dijî komkujiyan çalakî

  • 09:02 17 Nîsan 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan da zanîn ku ji bo komkujiya elewiyan a li Sûriyeyê bidawî bibe divê li Sûriyeyê piştgirî ji bo demokrasiyê bê dayîn û ji bo çalakiya wê 24’ê Nîsanê de bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Ji bo Sûriyeyê li Hatayê pêk bên bang kir.
 
Li bajarên Lazkiye, Dera, Suveyda, Hama, Humus û Tartusê komên girêdayê HTŞ’ê, SMO û DAIŞ’ê elewî hedef girtin û bi hezaran elewî hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin. Li gorî rapora Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya 15’ê Nîsanê li van bajaran meha dawî de 17 jin û zarok hatine revandin û 5 elewî hatine qetilkirin.
 
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadiye Dogan ji bo komkujî bidawî bibe banga têkoşîna hevpar li jinan kir û got ji bo avakirina demokrasiya li Sûriyeyê divê destureke bingehîn ya hemû gelan dihewîne hebe. 
 
Kadiye Dogan bi lêv ki ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo civakek demokratîk hewl dide û peyaman bi HTŞ’ê re îmzekiriye ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê girîng e. Kadriye Dogan got vexwendîkirina lîderê HTŞ’ê Golanî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin, komkujiya Elewiyan rewa dike. Kadriye Dogan bi lêv kir ku ji bo komkujiya Elewiyan raweste divê têkoşîna hevpar a jinan hebe û ji bo çalakiya wê 24’ê Nîsanê de li Hatayê pêk bê jî bang kir.
 
‘Hedefa me ev e ku em hemû aliyan bînin gel hev’
 
Kadriye Dogan wiha vegot: “DAD’ê berê jî bang kir. Bi pêşengiya jinên elewî însiyatîf hat avakirin. Me ji bo şermezarkirina serdana Colanî ya Tirkiyeyê belavok belavkirin. 24’ê Nîsanê de em li Samandag a hatayê çalakiyekê organîze dikin. Tevlibûnên cidî mijara gotinê ne. Hêvîdarim hemû kesî îmze dane 24’ê Nîsanê de li wir bin. Sêyemîn şerê cîhanê tê jiyîn. Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê divê aştî pêk bê. Yek ji aliyên herî zêde hewcedarî bi aştiyê dibînin elewîne. Li Sûriyeyê êrişê elewiyan kirin.”
 
‘Xebatên me didomin’
 
Kadriye Dogan di berdewamiyê de got binpêkirinên mafan yên li hember elewiyan ji ber nebûna ragîhandinê û neavakirina korîdorên alîkariyêk hatiye û got: “Tirkiye wek dewlet serdana HTŞ’ê kir û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ji nedîtî hat. Rewa kir. Ji em bibin deng em ketin hewldanan û çalakiyan. Me hewl da ku em deng bidin bihistin û mexdur bên zanîn. Bila ev di zemîna hiqûqî de bê çareserkirin. Xebatên me jinên elewî didome.”
 
‘Peymanê erênî dibînim’
 
Kadriye Dogan bi lêv kir ku aliyên cuda li herêmên di bin Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn û HTŞ di neqebûlkirinê de israr dike. kadriye Dogan got peymana navbra rêveberiya HTŞ û Rêveberiya Xweser de hatiye avakirin girînge û ji bo demokratîbûkna welat gavek girîng e. 
 
Kadriye Dogan wiha dirêjî dayê: “Divê Sûriye demokratîk bibe û çarçoveya desturek bingehîn a demokratîk de şert û mercên jiyana gelan û baweriyan bê avakirin. Hewcedarî bi desturek bingehîn a ku hemû gelan qebûl dike heye.”