
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Kobanê hat şermezarkirin
- 21:22 18 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 7’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daketin qadan û her wiha şêniyan komkujiya li Kobanê şermezar kirin. Di çalakiyan de banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî li ser sûcên Tirkiyeyê kir.
Di 7’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda hat şermezar kirin. Şêniyan di çalakiyan de komkujiya Tirkiyeyê ya li dijî malbateke bajarê Kobanê şermezar kir û banga destpêkirina lêpirsîna navneteweyî der barê wê komkujiyê de, kir.
Hesekê
Li bajarê Hesekê bi dehan şêniyên bajêr û koçberên Efrînê li pêşiya dêra Aşûrî ya taxa Til Hecer kom bûn û li wir hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Farûq Tozo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyeyê û her wiha komkujiya ku Tirkiyeyê li dijî malbata Osman Berkel a bajarê Kobanê, kiriye hat şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a şermezar bike.
Koçberên Efrînê yên li Seken Şebabî ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê guhertina demografî ya ku Tirkiyeyê bi riya koçberkirina şêniyan û bicihkirina malbatên biyanî li şûna wan a ku li Efrînê dide meşandin şermezar kir.
Koçberan bang li rêxistinên navneteweyî û desthilata Şamê kir ku ji bo vegerandina ewle ya koçberên Efrînê bixebitin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku guhertina nasnameya herêmê rawestîne.
Serêkaniyê
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ji kampa Serêkaniyê daxuyaniyek da û tê de sûcên Tirkiyeyê bi taybetî komkujiya dawîn a li gundê Berxbotanê ku di encamê de 9 endamên malbatê şehîd bûn hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku der barê sûcên Tirkiyeyê ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, lêpirsîneke navneteweyî vekin.
Dirbêjiyê
Li bajarê Dirbêsiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Xwendekarên Demokratîk bi 2 daxuyaniyan sûcên Tirkiyeyê bi taybetî komkujiya dawîn a li dijî malbateke bajarê Kobanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku êriş domandina siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd nîşan didin û banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî hat kirin.
Hol
Li bajarê Hol Meclsia Jinan a PYD'ê çalakiyek li dar xist û tê de sûcên Tirkiyeyê ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.
Til Birak
Li Til Birakê Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku binpêkirinên li dijî xaka Sûriyeyê rawestîne.
Til Temir
Li bajarê Til Temirê bi 2 çalakiyên cuda komkujiya li Kobanê û dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a Til Temirê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina komkujiyê û salvegera dagirkirina Efrînê li dar xistin.
Qamişlo
Kombenda Efrîn a Civakî ya bajarê Qamişlo jî li çerxerêya Efrîn bi beşdariya bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên bajêr daxuyaniyek da û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir.