Li Qoserê posterên Ocalan hatin vekirin

  • 13:31 18 Adar 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newroza Qoserê de posterên Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan hatin vekirin. 
 
Pîrozbahiya Newroza Qoser a Mêrdînê didome. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Her wiha welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hatin vekirin. Dema poster hatin vekirin, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.