Beşdarên civînên gel: Divê dewlet gavan bavêje

  • 09:06 15 Adar 2025
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Jinan derbarê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Bila dewlet îcar me nîvê rê de nehêle! Em şer û pevçûnan naxwazin."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de biheyeta Îmraliyê re hevdîtin kir û banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Banga Abdullah Ocalan li cîhanê deng da û DEM Partiyê jî hevdîtinên gel da destpêkirin di serî de jin û hemû gel banga xwedî derketina li peyamê dikin.
 
Jinên tevli ‘hevdîtina aştî û civaka demorkatîk’ bûn der barê mijarê de axivîn.
 
Endama Komîsyona Jinûve Avakirin a DBP’ê Hesîbe Mengîrkaonda zanîn ku jin bi pêşengiya Abdullah Ocalan bûne xwedî îrade û wiha vegot: “Rêber Apo rihê heqîqet û demokrasiyê biser xist. 50 sale vê têkoşînê dide. Bi salane Gelê Kurd têdikoşe. Hem bi kurdan re hem bi tirkan re windahî pir zêde bûn. Êdî bes e. Em şer nawazin em nasnameya xwe dixwazin. Em wekheviyê dixwazin. Gelê Kurd 50 sale têdikoşe û bedelên mezin dan. Em li ser vê axê aştiyê dixwazin. Em jiyaneke wekhev û aştiyane dixwazin.”
 
‘Bila vê carê me di nîvê rê de nehêlin’
 
Gul Dînler da zanîn ku ew der barê pêvajoyê de bi fikarin û wiha vegot: “Aliyekî bang kir aliyê din jî em gava erênî jê dipên. Ji ber pêvajoyên berê fikarên me hene. Her roj bi dehan jin tê qetilkirin. Em dixwazin mafê jinan bikeve bin ewlehiyê. Her kes ji vî şerî bêzar bûye. Ger dewlet gavê bavêje wê aliyê hember du gavan bavêje. Em naxwazin gerîla û leşker bimrin. Em naxwazin êş bê kişandin. Bila vê carê dewlet me nîvê rê de nehêle.”
 
‘Çi hewce bike em ê bikin’
 
Fîlîz Alp jî destnîşan kir ku pêvajo gelek bi nirx û girînge û wiha anî ziman: “Ev pêvajoyek girîng e. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Vê demê herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Ji bo rojên xweş çi hewce bike em ê bikin. Em hawira şer naxwazin, em aştiyê dixwazin.”
 
‘Bila girtiyên jin bên berdan’
 
Îlter Karaçay jî wiha nirxandin kir: “Bi salane dayik rondikan dibarînin. Gelek dayikan zarokên xwe winda kirin.Em naxwazin dayik rondikan bibarînin. Hebasên cuda hene û yên dixwazin pêvajoyê biqedînin hene. Pêvajoyek wisa de civînên gel başin. Pirsên serê gel de çareser dibin. Daxwazên me hene. Ez zimanê xwe dixwazim. Divê hevalên me yên girtî bi taybte jin bên berdan. Ez aştiyê dixwazim.”
 
‘Jin pêşengên pêvajoyê ne’
 
Nazîme Ukler jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji 1993’yan heta niha ji bo aştiyê têdikoşe û got: “Abdullah Ocalan her tim mafê jiyana azad wekhev û nasnameya Kurdan parastiye. Di pêvajoya 2013-2015’an de jin pêşeng bûn. Têkoşînek jinan a di pozîsyona xwe bi rêve dibe de heye. Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xwe rêxistin dike, azad dike. Ev pêvajo zehmete lê piştgirî girîng in. Gelê Kurd bi rêber û partiya xwe bawer e. Meşandina vê pêvajoyê peywira her kesiye.”