
Ji bajarên Serhedê bang: Azadî û aştî di vê bangê de ye
- 14:34 15 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarên Serhedê yên ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadên pîrozbahiya Newrozê, bal kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku bi vê bangê azadî û aştî wê pêk were.
Newroza ku li gelek deverên Kurdistanê hat pîrozkirin, li bajarên Serhatê jî bi coş hat pîrozkirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bûn.
Agirî -Giyadîn
Girse li kolana Înonû ya navçeya Giyadînê li hev civiya û heta qada Newrozê ya ku Sûka Saman a kevn lê ye meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Oznur Bartin û Heval Bozdag, şaredar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê bi şapikên xwe yên zer, sor û kesk li pêşiya meşê bûn. Bi def û zirneyan heta qada Newrozê meşiya.
Endama DEM Partiyê Oznûr Bartîn piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: "Dîroka Newrozê bi qasî dîroka mirovahiyê nirxek e. Dîroka 4 hezar salan e. Newroz ji bo me berxwedan, aştî û çalakiya demokratîk e."
Oznûr Bartînê da xuyakirin ku Kurd li dijî her cure zilmê paşve gav neavêtine û got: "Di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî hat kirin. Di vê bangê de tu kes cuda nehat dîtin. Ev bang ji bo jiyana hevbeş û azadiya gelan hat kirin. Em hemû berpirsiyar in. Ev berpirsyariya dîrokî erkê dide ser milê me jî."
Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agirê Newrozê li hev civiya. Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî bi dawî bû.
Mûş -Kop
Navnîşana pîrozbahiyên li navçeya Kopê qada termînalê bû. Qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gelê Kopê di danê sibehê de herikî qada Newrozê. Giraniya girseyê ciwan û jin bûn. Demeke dirêj li gel stranên kurdî govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyê de parlementer Sumeyye Boz û Kamuran Tanhan jî di nav de gelek nûnerên hilbijartî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Sumeyye Bozê got: "Em ê di 21'ê Adarê de teqez bigihêjin aştî û azadiyê. Em li ser şopa kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir in."
Kamûran Tanhan jî got ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya gelê kurd. Tanhan got: "Di 27'ê Sibatê de li Îmraliyê peyama azadî û aştiyê ji hemû gelan re hat dayîn. Pêwîst e em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê zindî bihêlin. Dem dema azadî, aştî û yekîtiyê ye."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû.
Colemêrg-Şemzînan
Li Şemzînanê jî bi heman dirûşmê Newroz hat pîrozkirin. Bi sedan welatî li Sehaya Topê ya Peyasê kom bûn. Parlamenter û siyasetmedar tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.
Parlamenter Newroz Uysal axivî û got: "Em Newroza gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Birêz Ocalan dibêje 'Gelê Kurd gelê Newrozê ye'. Gelê Kurd di salên 90’î de wateyek nû da Newrozê. Îro bi berxwedana ciwan û jinên Kurd agirê Newrozê li hemû cîhanê belav dibe. Her Newroz ji bo gelê Kurd destpêkek e. Em vê Newrozê li ser bendeke dîrokî pîroz dikin.
Peyama ku birêz Ocalan di 27ê Sibatê de da, dîrokî ye. Ev peyam ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jiyanî ye. Banga Birêz Ocalan ne tenê ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan e, di heman demê de ji bo naskirina çand, ziman, azadiya hevalên me yên di girtîgehê de, aştî û azadiyê ye. Em vê peyamê ji vir silav dikin. Ger îro behsa çareseriyê tê kirin bi saya berxwedana gel e. Em ê zêdetir li qadan bin û em ê zêdetir li ber xwe bidin. Ruhê ku di Newrozê de derketiye holê em ê ji niha û pê ve jî bi xurtî bidomînin."
Pîrozbahî piştî pêxistina agir Hozan Şervan derket ser dikê. Welatî govend gerand û Newroza xwe bi coş pîroz kir.