Cara 840'emîn ji bo windayan hatin gel hev

  • 14:22 15 Adar 2025
  • Rojane
AMED -Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 840' emîn de li aqûbeta Fikrî Ozgen ê 73 salî pirsîn. Kurê Ozgen, Nevzat Ozgen xwest ku dewlet lêborînê ji malbatên windayan bixwaze.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 840'emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin faîl bên girtin û cezakirin.
 
Li ber bîrdariyê pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin û beşdaran wêneyên windayan hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, rêveberên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn.
 
Li eqûbeta Fîkrî Ozgen hat pirsîn
 
Vê hefteyê serpêhatiya Fikrî Ozgen (73) ê di 27ê Sibata 1997an de li navçeya Rezana Amedê hat revandin û windakirin, hat xwendin. Hevjîna Fikrî Ozgen, Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 90 salî tevî extiyariya xwe jî bi tevî zarokên xwe ve tev li çalakiyê bû. Beşdaran pêşwazî li Dilşah Ozgen kirin û li rewşa wê pirsîn. Dilşah Ozgen ji ber nikaribû xwe li ser pêya bigire li ser kursî rûnişt û wêneyê hevjînê xwe hilgirt.
 
Beriya metna çîroka hefteyê ya winda were xwendin, ewilî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna komeleyê û Xizmên Windayan a dîtina windayan û cezakirina faîlan. Paşê parlamenter Sezgîn Tanrikulu ku parêzeriya malbata Ozgen dikir axivî û bal kişand ser serpêhatiya windakirina Fîkrî Ozgen û têkoşîna hiqûqî.
 
Parlamenter Adalet Kaya jî anî ziman ku Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê bêyî ku bigihîjin aştiyê û windayên xwe bibînin yek bi yek koça dawî dikin û got ku herî dawî jî Dayika Aştiyê Sakîne Arat bêyî aştiyê hembêz bike koça dawî kir.
 
‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’
 
Kurê Fikrî Ozgen, Nevzat Ozgen jî axivî û xwest hestiyên bavê wî were dîtin û faîl werin girtin û cezakirin. Nevzat Ozgen bal kişand ser pêvajoya nû ku hatiye detpêkirin û got ku pêvajo bi xwestina lêborîna ji malbatên windayan dê hin bêtir ji dil be û xwest dewlet ji malbata lêborîn bixwaze.
 
Serpêhatiya Fikrî Ozgen
 
Paşê jî rêveberê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz metna serpêhatiya windakirina Fîkrî Ozgen xwend. Firat Akdenîz diyar kir ku Fikrî Ozgen bi salan li gundê Dêlît ê ser bi navçeya Pasûra Amedê keyatiya gund kiriye û bi tevî malbata xwe ve li wir dijiya. Firat Akdenîz da zanîn ku Fikrî Ozgen ji ber nêrîna xwe ya siyasî gelek caran bi zextên dewletê re rû bi rû maye û hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînan û got: “Fikrî Ozgen ê ku sê caran mala wî hat şewitandin, di sala 1992yan de piştî ku mala wî hat bombekirin gundê ku 28 sal lê keya bû terikand û koçî navenda Amedê kir. Zextên leşker û polîsan ên li ser Fikrî Ozgen li Amedê jî dewam kirin. Gelek caran polîsan bi ser mala wî de girtin û ket ber lêpirsînan. Di serdegirtinek malê de şefê polîsan ê bi navê Recep On jî amade bûye.
 
Fikrî Ozgen ê 73 salî bi nexweşiya astima kronîk ketibû û tedawî dibû. Roja 27ê Sibata 1997an saet di 10.00an de ji bo derman bikire ji mala xwe ya li nêzî Parka Koşuyoluyê derket. Li nêzî mala xwe ji aliyê çar kesên bi cilên sivîl ve hat rawestandin. Van kesan bi wesayitan pêşî li nasnameya Fîkrî Ozgen kontrol kirin. Paşê ew bi darê zorê xistin texsiya Torosê spî û wî revandin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.”
 
Firat Akdenîz da zanîn ku tevî ku malbatê têkoşîna hiqûqî da jî lê tu encam bi dest nexist.
 
Piştre ji bo Fikrî Ozgen û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê qediya.