Li Serêkaniyê agirê Newrozê geş bû

  • 14:13 15 Adar 2025
  • Rojane
RIHA - Serêkaniyê pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û bi dayîna peyama "Newroza 2025'an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. 
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.
 
Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.
 
Pankarta "Tu kulîlka biharê yî" ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên "Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e", "Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike" û "Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin" vekirin. 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Newroza 2025'an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk." 
 
Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kud xwedî li bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Dû re jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.