
Dayikên Aştiyê yên Geverê: Dora dewletê ye ku gavê bavêje
- 09:04 15 Adar 2025
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê agirbest îlan kiriye û got: “Baweriya me ya bi aştiyê di serî de ji serokatiya me û piştre jî ji zarokên me yên bi salan têdikoşin tê.”
Piştgiriyên ji bo banga dîrokî ya "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Piştî bangê û îlankirina agirbestê şûnde bendewariya ku dewlet jî gava şênber bavêje derket pêş.
Dayikên Aştiyê yên Geverê der barê mijarê de axivîn û gotin divê dewlet gavê bavêje.
‘Divê dewlet gavê bavêje’
Emîne Atak diyar kir ku piştî xwendina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêz û moralek mezin girtine û wiha got: “Ez wek dayikek gerîla û girtî peyamê bandorek mezin li min kir. Pir kelecanî bûm giriyam. Xwezî ev gav zûtir bihata avêtin. PKK’ê agirbest îlan kir lê divê dewlet jî gavê bavêjin. Divê girtiyên siyasî bên berdan ku em bi aştiyê bawer bikin.”
‘Daxwaza me azadiya serokatiyê ye’
Emîne Atak wiha dawî lê anî: “Gelê Kurd bi salane di aştiyê de israr dike. PKK’ê agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk hîna her derê bombebaran dike. Gelê Kurd tevî hemû zilm û komujiyan aştiyê dixwaze. Daxwaza me azadiya serokatiya me ye.”
‘Bila aştî bê ser vê axê’
Mehsîma Yaşar jî wiha anî ziman: “Du zarokên min girtîne. Ez ji ber vê peyamê pir kêfxweş bûm. PKK’ê agirbest îlan kir. Em pir kêfxweş bûn. Divê mirin êdî çênebin, aştî pêk bê. Em dixwazin aştî bê ser vê axê. Em dixwazin deng û dîmenê serokatiya xwe bibînin.”
Fatma Temel jî bi lêv kir ku bi gava ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye, aştiya li Kurdistanê wê bi piştgiriya dayikên aştiyê xurt bibe û got ev ji bo hemû kesî derfete û divê dewlet êdî gavê bavêje.