ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN

  • 09:00 15 Adar 2025
  • Rojev
 
* Dîrok hinek kesan jibîr nake. Wek Sema Yuce ya "Gihişt sira agir" û ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bedena xwe kir pira ji agir. DOSYA
 
* Jinan derbarê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Bila dewlet îcar me nîvê rê de nehêle! Em şer û pevçûnan naxwazin." BI DÎMEN 
 
* Seroka MKG’ê Roza Metîna dazanîn ku ew binpêkirinên mafan yên rojnamegerên jin dijîn dikin rapor û li dijî vê têdikoşin. Roza Metîna diyar kir ku li dijî hemû êrişan wê destûr nedin pênûsa wan bê şikandin. BI DÎMEN 
 
*Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê agirbest îlan kiriye û got: “Baweriya me ya bi aştiyê di serî de ji serokatiya me û piştre jî ji zarokên me yên bi salan têdikoşin tê.” BI DÎMEN 
 
*Jinên femînîst yên ji "Înisiyatîfa jin aştiyê diaxivin"  diyar kirin ku aştî her tim di rojeva jinan de bûye û gotin aştiya civakî hewcedariya serekeye û wê ji bo aştiyê têbikoşin. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan der barê komkujiya li hember elewiyan a li Sûriyeyê û peyaman ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokomarê demkî yê Hikûmeta Sûriyeyî Ehmet Eş-Şara îmze kiriye de axivî û got: “Mîrateya dîktatoriyê li baweriyekê barkirin neheqiye. Ez lihevkirinê erênî dibînim. Peyman wek erêkirina komkujiya elewiyan şîrovekirin ne raste.” BI DÎMEN
 
* Gelê Kurd û bi taybetî jî jinên kurd, di her Newrozê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi kesk, sor û zer a ku bûye sembola azadiyê li qadan azadiyê diqêrin, xwedî li nirxên xwe derdikevin. DOSYA