ROJEVA 10'Ê ADARA 2025'AN

  • 09:00 10 Adar 2025
  • Rojev
 
* Parêzer Canan Atabey da zanîn ku piştî qetilkirina Narîn Guran welatî xwedî li dozê derketine û got ji bo bûyerên wek ên Narînê zêde nebin divê di destûra bingehîn de guherîn bên kirin. DÎMEN HEYE 
 
* Piştgiriya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û civaka Demokratîk’ her diçe mezin dibe. Jinên Aştiyê yên Foçayê diyar kirin ku ev bang gelek bi nirx e û wiha gotin: “Di vê mijarê de çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bînin cih.” DÎMEN HEYE 
 
* Sevda Yildiz ku di pêvajoya pandemiyê de vegeriya gundê xwe, ligel kar û barên sewalkarî û çandiniyê, di siyaetê de jî aktîv cih digire. DÎMEN HEYE 
 
* Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel der barê banga Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Dayina bersiva vê banga dîrokî, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê berpirsyarî ye. Em vê carê zêdetir nêzî aştiyê ne. Derfet hene. Divê em van derfetan veguherin rastiyê. Ji ber vê berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li Helebê tevli çalakiyên 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku ew ê her tim ji bo destkeftiyên xwe li berxwe bidin û gotin:"Îsal bi coş 8'ê Adarê tê pîrozkirin bê guman bandora herî mezin jî peyama Rêbertî bû. Têkoşîna îsal tê bilindkirin vedigere esasgirtina fikir û felsefeya Abdullah Ocalan."  DÎMEN HEYE