Rêxistina DEM Partiyê civînên bi gel re li dar xist

  • 16:31 9 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li Stenbolê civîna gel li darxist.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Civîn li eywana konferansê ya avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê pêk hat. Her wiha di heman demê li Stenbolê jî civîn hat lidarxistin. 
 
Şirnex 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li darxist.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Civîn li eywana konferansê ya avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê pêk hat. Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez tevlî civînê bûn. Dîsa nûner û rêveberên DBPê û saziyên civakî jî beşdar bûn. Di civînê de li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin û li ser pêvajoyê nêrînên gel hatin standın. Gel jî li ser pêvajoyê pirs pirsîn û nêrînên xwe anîn ziman.
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
Stenbol 
 
DEM Partiyê li Stenbolê bi sernavê “Civînên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk” civîneke gel li dar xist û peyama ku divê her kes di pêvajoya nû de berpirsyariya xwe bi cih bîne da.
 
Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku bi rêya Nûnertiya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 27’ê Sibatê ji raya giştî re hat ragihandin, DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de li 3 navçeyên Stenbolê bi sernavê “Civînên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk” civîneke gel li dar xist. Civîna gel a li navçeya Kadikoyê li Weqfa Mustafa Suphî hat lidarxistin.
 
'Girîng e ku pirs û fikarên me bi mekanîzmaya partiyê re bicivin'
 
Çinar Altan, diyar kir ku divê bi pêvajoya nû re bi awayekî kolektîf nîqaş bên kirin û got, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Çinar Altan got, “Em banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, weke destpêka rewşeke nû bi nav dikin. Pir girîng e ku pirs, xem û pêşniyarên me yên sereke bi mekanîzmaya partiyê re bicivin. Bila ev bibe destpêkek, bila erka me be ku em vê nîqaşê li her derê bimeşînin."
 
Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.