'Rê li ber têkoşîna jinan hat vekirin'
- 15:25 9 Adar 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan Ronesans e û got, "Em têkoşîn û banga Birêz Ocalan hembêz dikin."
Mîtînga fînalê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li Wanê bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" de, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari herî dawî axivî.
Rê li ber têkoşîna jinan hat vekirin
Tûlay Hatîmogullari, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Di serdema navîn de jin weke sêrbaz dihatin şewitandin. Lê bi Ronesansê re rê li ber têkoşîna jinê vebû û tevgera jinê di dîrokê de pir mezin bû. Wateya birêz Ocalan tam ev e. Em hem ji cihê ku zanist, pêşketinên çandî û çanda xwe diparêze, hem jî ji cihê ku beden, ked û nasnameya me ya jinê diparêze, têkoşîna birêz Ocalan hembêz dikin û bang dikin. Em ê bi awayekî azad biaxivin, em ê bi awayekî azad mafên xwe bixwazin, em ê bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin û em ê bi awayekî azad li dijî pergala serdest a mêr derkevin. Yek ji girîngtirîn peyamên birêz Ocalan jî ew e ku divê kurdên li Tirkiyeyê û hemû gel û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn xwe birêxistinkirina xwe misoger bikin û hemû dînamîkên civakî di serî de jin hemû qadên azadiyê biparêzin û bi rêxistin bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê teza Komara Demokratîk ji aliyê civakê ve bê hembêzkirin û rêxistinkirin. Em ê weke DEM Partiyê, Meclîsa Jinan û Tevgera Jinê weke duh ji bo avakirina komara demokratîk heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî axaftinê koma Jin Ma derket ser dikê.