Mîtînga fînalê ya li Wanê bi dawî bû

  • 15:23 9 Adar 2025
  • Rojane
 
 
WAN- Mîtînga fînalê ya TJA'yê ya li Wanê bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin" bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. Jinan qada mîtîngê neterikandin û bi stranên ku ji ser dikê hatin lêxistin demeke dirêj govend gerandin.
 
Mîtînga fînalê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li Wanê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê serî radikin, em ji bo azadiyê dimeşin" piştî konsera muzîkê ya Jin MA bi dawî bû. Jinan demeke dirêj govend gerandin. Piştî ku konser bi dawî bû jin ji qadê derneketin û bi stranên ku ji ser dikê hatin lêxistin, demeke dirêj govend gerandin.
 
Piştî ku pergala deng hat girtin jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji qadê derketin.