Berxwedana li Bendava Tişrînê didome

  • 13:42 18 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên 4 bajarên Cizîrê vê sibehê ji bo beşdariya nobedariya berxwedanan Bendava Tişrînê berê xwe dane Bendava Tişrînê.
 
Xelkê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna nobedariya berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane Bendava Tişrînê.
 
Hejmarek ji hunermend û rewşenbîran, bi dehan jin, ciwan, kalemêr û pîrejinan li qadan kombûn bi karwanê re bi rê ketin.
 
Ji 8'ê Çileyê ve pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li bendavê nobedariyê dikin.