Berxwedana li Bendava Tişrînê didome 2025-02-18 13:42:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên 4 bajarên Cizîrê vê sibehê ji bo beşdariya nobedariya berxwedanan Bendava Tişrînê berê xwe dane Bendava Tişrînê.   Xelkê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna nobedariya berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane Bendava Tişrînê.   Hejmarek ji hunermend û rewşenbîran, bi dehan jin, ciwan, kalemêr û pîrejinan li qadan kombûn bi karwanê re bi rê ketin.   Ji 8'ê Çileyê ve pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li bendavê nobedariyê dikin.