Li Ben û Senê Newroz: Em ê vê Newrozê de Birêz Ocalan azad bikin
- 19:58 13 Adar 2025
- Rojane
AMED - Parlamenera DEM Partiyê Newroz Uysal ku di pîrozbahiya Newroza ku TJA’yê li Ben û Senê pêk anî axivî da zanîn ku wê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Tevgera Jinen Azad (TJA) li navçeya Sûr a Amedê li taxa Ben û Snê bi dirûşmeya ‘Rêbertiya azad civak ademokratîk/ji bo azadiyê Newroza Demokratîk’ pîrozbahiya Newrozê pêk anîn. DBP, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.
Jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî li ber stranan govend gerandin.
Bi meşale û erbaneyan dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Piştre Hacer Ozdemîr ya TJA’yî û parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivîn.
Hacer Ozdemîr bi silavkirina girseyê dest bi axaftinê kir û dayika Aştiyê Sakîne Arat ya îro jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û got tu car dest ji aştiyê bernedaye. Hacer Ozdemîr her wiha balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got divê xwedî li bangê bê derketin.
Parlamenter Newroz Uysal jî axivî û da zanîn ku wê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Newroz Uysal her wiha bi lêv kir ku wê bi têkoşîneke mezin Newroza îsal ji bo jiyaneke nû pêşwazî bikin.
Piştî axaftinan bername bi gerandina govendê bidawî bû.