
‘Ji bo bangê divê Tirkiye gavên rast biavêje’
- 09:05 14 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya li Helebê Ayşe Hiso têkildarî banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ev bang wê ji aloziya Rojhilata Navîn jî bibe bersiv û got:”Ji bo bangê divê Tirkiye gavên rast biavêje.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin kir û peyam ‘aştî û civaka demokratîk’ ragihand. Piştî deklerekirina payemê ji her derê piştgirî hat û her diçe ev piştgirî zêde dibe.
Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya li Helebê Ayşe Hiso têkildarî banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.
‘Rêbertî li hember gurkirina aloziyan bû bend’
Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya li Helebê Ayşe Hiso têkildarî mijarê nirxandinên xwe kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Rêber Abdullah Ocalan xwedî ked û têkoşîna bê navber e. Di warê danîna felsefeya rizgariya jinê û avakirina paradigmaya demokratikbûnê de gelekî i berxwe da. Li hember hêzên hegemon û bi taybet desthilata Tirk ku ewqas sal in li ser rêbertî tecrîdek giran didin meşandin dîsa jî tev ji têkoşîna xwe berneda. Rêbertî bi berxwdana xwe ya 26 salan bi peyam û bangewaziya herî dawî kir. Rêbertî ku banga aştî û demokratiyê kir bû bendavek.”
‘Bang girîng bû’
Ayşe Hiso qala banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Rêbertî li ser bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên leşkerî û siyasî ya di Rojahilata Navîn de hatine taloqkirin jî banga xwe kir. Her wiha ya girîng em weke jinên aştîxwaz li benda vê peyamê bûn. Dema ku rêbertî di roja me ya îro de banga pêvajoya nû ya aştiyane dike her wiha tevî di zindanê de ye hewl dide aloziya derve di warê siyasî, leşkerî û zagonî bide çareserkirin divê em jî piştgiriyê bidin. Bangewaziya rêbertî ji bo Rojhilata Navîn gelên azadîxwaz û di serî de ji bo gelê Kurd hat kirin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd wê ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de jî bibe bersiv."
‘Divê netewa demokratîk esas bê girtin’
Ayşe Hiso behsa bandora peyama Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan a li ser Sûriyeyê kir û wiha pê de çû:"Bê guman bangewazî û peyama rêbertî xwedî bandorek erênî ya pir mezin bû. Li ser çar perçeyên Kurdistan û di nav de Sûriyeyê jî bandorek mezin çêkir. Ji ber ku rewşa ku niha Sûriye tê de derbas dibe pir rewşek hesas e. Rêjîmek hilweşiya niha li şûna wê sîstemek nû tê avakirin. Ev sîstem wê çawa bibe sîstemek rasteqîn û demokrat her wiha wê li ser kîjan pîvanan were birêxistin kirin ev gelekî girîng e. Çiqas Sûriyeya nû li ser bingeha pîvan û projeya demokratikbûnê bê avakirin ewqas wê aloziya Rojhilata Navîn sivik bike. Her çiqas di avakirinê de îradeya gel esas were girtin ewqas wê dewletên navneteweyî neçar bibin ku têkoşîna gel a ewqas sal berçav bigire. Ji bo ku gel neyên paşguhkirin divê felsefeya netewa demokratîk esas bê girtin."
Divê Tirkiye gavên rast biavêje
Ayşe Hiso behsa rewşa Tirkiyeyê ya di vê pêvajoya nû de kir û wiha got:"Dewleta Tirk îro di aloziyek mezin re derbas dibe. Ji bo Tirkiye ji vê aloziyê rizgar bibe divê bi taybet bi Rêbertî re di nava diyalogê de be. Divê Tirkiye ji bo vê yekê gavên rast biavêje û berpirsiyariya xwe bi cih bîne“
‘Em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin’
Ayşe Hiso da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev sedsal kir sedsala Kurdan û wiha got:"Diyarî û bangewaziya rêbertî ji bo me cihê şanaziyê ye. Rêbertî ev sedsal kir sedsala kurdan. Di projeya Rêbertî de tenê çareseriya aloziya kurdan tune ye di heman demê de tê de çareseriya aloziya Rojhilata Navîn jî heye. Îro em weke jinên Sûrî di roja me ya îro de li ser esasê pêkanîna yekîtiyê di nava tevahî jinên Sûriyeyê de em têdikoşin. Li derdora rêbertî me bi carekê gav paşde venekişandibû lewma yek ji erka herî sereke ya dikeve ser milê me ew e ku em azadiya rêbertî ya fîzîkî pêk bînin da ku ew bi xwe wê diyalogê bi rê ve bibe."
‘Divê em têbikoşin’
Herî dawî Ayşe Hiso bi van axaftinan nirxandina xwe dawî lê anî :"Dema ku em bixwazibin ku jiyanek azad û demokratîk bijîn encax bi pêşengtiya rêbertî ev yek pêk were. Em baş di wê baweriyê de ne ku têkoşîna 50 sal a partiya azadiyê her wiha banga aştî ya rêbertî di hundir zindana Îmraliyê de daye destpêkirin wê bibe serkeftina doz û şoreşa gelan û di nav de misogeriya çarekirina pirsgirêka gelê Kurd û pêve girêdayî ya jinan ku hebûna wan wê bi rêbertî re biçe serî. Ev yek jî hewcedariya xwe bi têkoşînê heye da ku em layiqî têkoşîna rêbertî bin.
Pêvajoya ku rêbertî da destpêkirin bû mijara cîhanê. Heya ku ev pêvajo bi serkeftinê tacîdar bibe ji me hemûyan û di serî de ji me jinan tê xwestin ku em xwe di felsfeya rêbertî de kûr bikin ji ber ku ne tenê gelê Kurd xwe di vê felsefeyê de dibînin lê belê gelên Aşur, Ermen, Xiristiyan, Ereb, Turkmen û hwd xwe tê de dibînin lewma tê xwestin em di pîvanên azadiya jinê de jî xwe kûr bikin û di mayindekirinê de em gavên pir girîng biavêjin."