![](/staticfiles/news/250815/2025/02/05/823x463cc-uzunyuruyus.jpg)
Meşa dirêj li bajarê Creilê ye: Ji bo mîtînga Strasbourgê bang
- 21:19 5 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creilê ya Fransayê didome. Di meşê de bangawaziya mîtînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hate kirin.
Meşa ku di çarçoveya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ di 21'ê Çile de li bajarê Lorîentê ya Fransayê destpê kir, di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creîl a Fransayê didome.
Çalakvanên meşê bi şaredariya herêmê Nogent-sur-Oise a Creilê Jean-François Dadenne re hevdîtîn pêk anîn û piştre meşa xwe domandin. Çalakvanên ku li pêşiya şaredariya Nogent-sur-Oise ya ku li ser lokalê wê, 'Em li gel dostên xwe yên Kurd in' nivîsîbû meşa xwe dan destpê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeya, "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana QSD", Bijî Berxwedana Rojava" hatin avêtin. Çalakvan li ser rê ji gelê Fransayê re belavok belav kirin.
Berdevkê Partiya Komûnîst a Creilê Dailly Catherine jî çalakvanên li pêş şaredariyê re piştgiriya xwe anî ziman û daxuyaniyek da. Catherina anî ziman ku ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û piştgirî didin. Catherina daxuyand ku ew azadiya Abdulllah Ocalan û azadiya Kurdistanê diparêzin.