Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê her kes berpirsyariyê bigire
- 13:26 5 Sibat 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a Şirnexê de axivî anî ziman ku li Rojhilata Navîn ji ber berjewendiyên hegemonan şerekî dijwar heye û got: “Di vê merhaleyê de dengê azadiyê li Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve bilind dibe.”
Li Şirnexê di çerçoveya “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” de ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) vê pêk tên, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar gel civîn pêk hat. Civîn li eywana oteleke ya Şirnexê pêk hat. Endam û rêveberên Rêxistinên DBPê û DEM Partî ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlîbûn. Flamayên DBPê û DEM Partî li eywanê hatin xemilandin û pankarta “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” daliqandin.
Civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane bi rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.
Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku ew li 51 navendan civîna gel li dardixînin û li ser pêvajoyê bi gel re diaxivin. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi lêv kir ku di Rojhilata Navîn de şerekî dijwar ji bo berjewendiya hegemonan diqewimê û wiha got: “Li Rojava pergaleke wekhevî û demokrasiyê hatiyê avakirin. Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn li dijî şer mizginiya wekhevî, azadî û bihevre jiyana gelan e. Li Tirkiyeyê yek al, yek ziman û yek netew li ser bawerî û gelên cûda tê ferzkirin. Tirkiye ku dewlemendiya cûdahiya netew û baweriyan e ji ber polîtîkiyên înkarê pirsgirêk kûr dibin.
Di berdewama axaftina xwe de Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji cotmehê ve li Tirkiyeyê qala pêvajoyeke tê kirin. Ew ne pêdiviya niha ye pediviya bi salan e. Li vê erdnîgarî înkara gelan tê kirin. Di vê merhaleyê de dengê azadiyê li Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan vê tê. Şandeya DEM Partî piştî hevdîtinên Birêz Abdullah Ocalan serdana partiyên siyasî kirin û ji wan re li ser fikren birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê nîqaş kirin. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê qala demokrasiyê jî nayê kirin. Lê CHPê di vê pêvajoya girîng de qala endamên xwe yên serokkomariyê dike, AKPê bang li Colanî dike û partiyên din jî bilî rojeva kurd ji rojevên din re alaqadar dibin. Lê rojeva herî sereke pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd çareserkirina hemû pirsgirêkên demokrasiyê ye. Ji bo wê divê hemû li gor vê pêvajoyê tevbigerin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku paradigmaya Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e û ev tişt gotin: “Rê ya birêz Abdullah Ocalan vêkiriyê an wê biçe serî an jî ew pirsgirêk wê berdewam bikin. Ji bo wê em bang li hemû kesî dikin ku ji bo pêvajoyê berpirsyariyê bigrin. Ew pirsgirêk tenê li benda bangavaziya birêz Abdullah Ocalan jî neyê hiştin divê hemû kes tevlî pêvajoyê bibin. Li Şirnexê bi hezaran êş hene ji ber wê divê gelê me li qadan dengê xwe ji bo pêvajoyê bilind bikin. Em di pêvajoyeke kritik de derbas dibin. Ji bo wê jî em ê îro li vir nîqaş bikin.”
Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar civîn ji çapemeniyê re hat girtin.