Kongra Star beşdarbûna çeteyan a civîna Şamê şermezar kir

  • 21:40 2 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ji bajarê Eyn Îsayê beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di civîna li Şamê de û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcdaran, şermezar kir.
 
Rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya jinên bajêr ji bo şermezarkirina beşdarbûna çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ya civîna li Şamê pek hatiye û tê de gelek serçeteyan  li herêmên sûc kirine, daxuyaniyek da.
 
Rêvebera Kongra Star Letîfe El Dehiş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hebûna serçeteyên mîna Mihemed El Casim (Ebû Emşe) û Hatim Ebû Şeqra di civîna li Şamê de şermezar dikin. Her wiha hat diyarkirin ku van serçeteyan û gelek çeteyên din li herêmê gelek sûcên revandin, tecawîzkirin û qetilkirin pêk anîne.
 
Kongrayê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hebûna wan di civîneke wiha de rewakirina sûcên wan e. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember van sûcdaran jî hat şermezarkirin.
 
Di dawiyê de beşdaran got "Na ji kujerên gelên Sûriyeyê re" û"na ji kujerên jinan re."