Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (2)

  • 09:06 2 Sibat 2025
  • Dosya
Zîncîra îxanetê ya ji Sûriyeyê heta Kenyayê dirêj dibe
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya Navneteweyî ya li hembere Abdullah Ocalan hevkairya qirêj a hêzên cîhanê derdixe holê û plana ku ji DYA heta Rûsyayê, ji Îngîlîstan heta Israîlê têde rol digirin, bi ser neketin ku Kurdan tasfiye bikin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin 26 sale li Îmraliyê tê girtin. Komployê ji 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina ji Sûriyeyê ya Abdullah Ocalan dest pê kir û bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibata 1999’an de, heta niha jî didome. Komplo bi tevlibûna gelek hêzên hegemonîk û dewletan ku têde Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) di 1949’an de bi pêşengiya DYA’yê hatiye avakirin pêk hat.
 
Di vê beşa dosya xwe de em rola hêzên di komploya navneteweyî de cih digirtine digirin dest.
 
Rola Îngîlîstanê
 
Rêveberiya Îngîlîz jî di komployê de aktîf cih girt. Abdullah Ocalan der barê Îngîlîstanê de wiha gotibû: “Li gel sedemên giştî ku min di biryara xwe ya çûna Atînayê û ji ber vê yekê ya Ewropayê de rave kir, bi taybetî jî sozên Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Parlamenterê PASOKê Kostas Baduvas bi bandor bûn. Wî soz da ku di 6’ê cotmeha 1998’ê de li Balafirgeha Baduvas Atînayê li Şamê bi min re were. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Baduvas li tu derê nedihat dîtin. Paşê hat fêhmkirin ku Îngilîstan di şexsê Baduvas de rola min di derxistina min a ji Sûriyeyê û xistina nava xefika Yewnanîstanê de hebû.Vexwendina Baduvas ku li Îngilîstanê hat mezinkirin, wek pêngava yekemîn a komploya DYA-Îngîlîstan-Sîmîtîs hat kirin."
 
Di konsepta tasfiyekirina têkoşîn azadiya Kurd de Îngîlîstan di serî de tê. Di hewldanên têkoşîna li hember PKK’ê Îngîlîstan serkêşiyê dike. Di 1994’an de  li Başurê Kurdistanê pevçûn destpêkirin û Îngîlîstan û DYA jî tevli bû. Hevdîtinên PDK-YNKê ku di 9’ê Tebaxa 1995’an de bi beşdariya DYA û Tirkiyeyê li Dublînê pêk hat, dîsa dest pê kir. Piştî sê rojan ji danûstandinan, aliyan gihîştin rêkeftinekê. Yek ji xalên peymana 11 xalî ya ku piştre ji Enqereyê re hat şandin, armanca derxistina hêzên PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê bû û gotibû ku ‘Ewlekariya Tirkiyeyê dê li ber çavan bê girtin.’ Piştre ji havîna 1995’an heta bihara 1997’an êrîşên dijwar li dijî qadên gerîla pêk hatin.
 
Yek ji dewleta rola krîtîk lîst: Israîl
 
Îsraîl yek ji wan dewletan bû ku roleke girîng lîst. Rêveberiya Tel Avîvê ya serdemê beriya 9’ê Cotmehê soza piştgiriya siyasî, dîplomatîk û îstîxbaratê dabû Enqereyê. Rewşa Abdullah Ocalan di rojeva Serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz de ku di Îlona 1998’an de çûbû gera Rojhilata Navîn. Di dema çûyîna Mesut Yilmaz a Tel Avîvê de, di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de ji bo "şopandina germ a Abdullah Ocalan" hevkariyeke veşartî hat avakirin. Îstîxbarata Urdun û Îsraîl ku li Rojhilata Navîn serdest in, dê li ser Abdullah Ocalan li Sûriyeyê û hêzên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê agahiyan bigihînin Enqereyê. Wê demê çapemeniya Îsraîlê nivîsîbû ku Mossad bi satelîta Ofeqê li Iraq û Sûriyê liv û tevgerên PKKê dişopîne. Ji xeynî servîsa veşartî ya Amerîkî CIA, îstixbarata Îsraîlê Mossad jî dê ji nêz ve hemû pêvajoya komployê bişopîne. Piştî 9’ê Cotmehê Seroka Mossad’ê Genela Semîh Batikî bi eşkereyî gotibû ku dibe ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê be. Di çapemeniya Îsraîlê de jî bi berfirehî hate nivîsandin ku Batiki di dema şopandina Abdullah Ocalan de gelek caran bi Serokê MÎT’ê Şenkal Atasagun re hevdîtin pêk aniye.
 
Ji sefîr bo wezareta karê derve talîmat
 
Yek ji welatên di komployê de bi bandor bû Yewnanîstan bû. Yewnanîstanê ku beriya 9’ê Cotmehê Abdullah Ocalan vexwendiyê welatê xwe kir, piştre Abdullah Ocalan wek kesê nayê qebûlkirin îlan kir. Abdullah Ocalan bi hevkariya  Amîral Naksakîs yê Yewnan li balafira diçû Rûsyayê hat siwarkirin û cara duyemîn çû Atînayê. Abdullah ocalan bi talîmata wezîrê karê derve Teodoros Pangalos 31’ê Çileyê 1999’an de  birin paytexta Mînsk a Belarusê û hîna ji balafirgehê derneketibû birin Girava Korfu. Serbaz di îstîbarata Yewnan de Savas Kalenderidis, heta derxistina ji seferatxaneya Yewnan a li Neorobiyê ligel wî bû. Teodoros Pangalos sibeha 1'ê Sibatê telefonî Sefîrê DYE'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got ku Abdullah Ocalan li Yewnanîstanê ye. Balyoz Nicholas Burns telîmat da Teodoros Pangalos û got:"Hûn wî ji Yewnanîstanê derxin, mudaxeleyê yên mayî nekin." 
 
Rola Savas Kalenderidis û George Kostoulas
 
2’yê Sibatê saet di 05.30’an de dema ku balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû birin Kenyayê, Savas Kalenderidis ewil got, "Em ê biçin Komara Afrîkaya Başûr" û dema li hewa bû, got, "Afrîqaya Başûr daxwaza wî red kir. serlêdana penaberiyê, piştî demekê li Kenyayê man em ê dîsa şensê xwe biceribînin." Her wiha Balyozê Yewnanîstanê yê Kenyayê George Kostoulas ku li Naîrobiyê Abdullah Ocalan pêşwazî kir jî bi taybet hate hilbijartin. George Kostoulas ji bo Abdullah Ocalan ku cara ewil li balafirgehê bi wî re hevdîtin pêk anî got, "Ez serokê yekîneya ku 20 sal in di NATO'yê de bênavber lêpirsîna we dimeşîne, bûm. Dema ku ez li ezmên li te digeriyam, min tu li erdê dît," Savas Kalenderidis û George Kostoulas wê di saetên êvarê yên 15'ê Sibatê de ji bo derxistina Abdullah Ocalan ji avahiya Sefaretxaneya Yewnanîstanê ku 13 rojan lê mabû, roleke girîng bilîzin. Serpêhatiya yekemîn a Abdullah Ocalan a Rûsyayê 33 rojan dewam kir, êvara 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û di 12'yê Mijdara 1998'an de bi dawî bû.
 
4’ê Mijdara 1998’an: Daxwaza îltîcayê hat qebûlkirin
 
Di rojên ku Tirkiyeyê bi rêveberiya Yevgeni Primakov re danûstandin dikir, Dûma, Meclîsa jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê, serlêdana penaberiya siyasî ya Abdullah Ocalan xist rojeva xwe û biryara xwe di 4'ê Mijdara 1998'an de eşkere kir. Daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan hema hema bi yekdengî,  li hember yekî bi dengên 298’an hate qebûlkirin. Ev biryar ji ber zextên hêzên cîhanî, bi taybetî jî DYA û nelirêtiya rêveberiya Yevgenî Prîmakov, nehat bicihanîn. Abdullah Ocalan di 12’ê Mijdarê de neçar ma biçe Romaya paytexta Îtalyayê.
 
Têkiliyên qirêj yên Rûsya û Tirkiyeyê
 
Di 29’ê Çileyê 1999’an de Abdullah Ocalan ji Bîşkekê anîn Moskovayê û li balafirek taybet kirin û şandin Atînayê. Moskovê derî li Abdullah Ocalan girtin û derket holê ku li pişt vê lîstikên qirêj ên Rûsya û Tirkiyeyê hene.
 
12’yê Mijdara 1998’an de Abdullah Ocalan çû Rûsyayê. Abdullah Ocalan piştî ji balafirê peya bû serlêdana îltîcayê li Îtalyayê kir. Bi hinceta ewlehiyê Abdullah Ocalan rakirin Nexweşxaneya Palestrînê ya 40 km dûrî Romayê ye û piştre li malekê hat bicihkirin. Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ewil de piştî ku çû Îtalyayê got, "Em dixwazin bikevin pêvajoyeke aştiyane û çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê gelekî lezgîn e." Hikûmeta Massimo D'Alema ew terikand.
 
Li Almanyayê biryara girtinê
 
Piştî têkiliyên Otto Schily yên li Romayê, Dadgeha Federal a Alman di 19'ê Mijdara 1998'an de dosya lêkolîn kir û ji bo Abdullah Ocalan biryara girtinê ya nû da. Ev nûvekirina biryara girtinê ye ku Almanyayê cara yekem di 12’ê Çileya 1990ê de ji bo Abdullah Ocalan dabû. 
 
Ji Kenyayê tehdîd
 
Kenya ku Abdullah Ocalan di navbera 2 û 15'ê Sibatê de lê mabû, di pêkanîna armanca xwe ya 129 rojan de wek îstasyonek girîng hat qeydkirin. Hikûmeta wê demê ya Kenyayê, ku koloniyeke berê ya Brîtanyayê bû, bi helwesta xwe ya qels alîkariya Abdullah Ocalan kir ku ji avahiya balyozxaneyê were derxistin. Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Teodoros Pangalos ji rayedarên sefaretxaneyê re got, "Hûn wî ji avahiyê derxînin û mudaxeleyî yên mayîn nekin.” Abdullah Ocalan ji Kenyayê re digot, "Ez bê garantiya dewletê dernakevim." Di saetên êvarê yên 15’ê Sibatê de, Serokê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta got, "Balafir amade ye, bi lez derkeve derve.” Abdullah Ocalan piştî gefa "Şev nêzîk dibe, ez nikarim garantî bikim bi şev çi dibe", ji sefaretxaneyê derket û li Toyota Land Curiser a polîsên Kenyayê hat xistin û li balafirgehê radestî îstîxbarata Tirk hat kirin.
 
Sibehê: Çembera ji agir a gelê kurd: Komplo bi berxwedanê vala derdikeve