ROJEVA 02'YÊ SIBATA 2025'AN

  • 09:00 2 Sibat 2025
  • Rojev
* Cigira Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz derbarê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin û êrişên li hember Rojava de axivî û got: “Divê êdî li Rojava statuya gelan bê nasîn.” BI DÎMEN 
 
* Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Dîlek Akdag derbarê zirara ku şer didin ekolojiyê de axivî û da zanîn ku rabûna balafireke şer, zirara ku wesayîtek 7 salan de zirarê dide tebeqeya ozonê dide. Çiyayên tên bombebaranikrin, xweza û zindiyan tune dike. Şer bi qasî ziraran dide mirovan dide xwezayê û zindiyan.” BI DÎMEN 
 
* Tevî du sal di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû re derbas bû li Semsûrê hîna bandora erdhejê tê dîtin û ji ber bajar ji nûve tê avakirin rîska bajarvaniya bêplan jî dertê holê. DÎMEN HEYE
 
* Komploya Navneteweyî ya li hembere Abdullah Ocalan hevkairya qirêj a hêzên cîhanê derdixe holê û plana ku ji DYA heta Rûsyayê, ji Îngîlîstan heta Israîlê têde rol digirin, bi ser neketin ku Kurdan tasfiye bikin. DOSYA 
 
*Rojnameger Bêrîtan Canozer ku 11 sal in di hedefa desthilatdarî û darazêde ye, ji ber faliyetên pîşeyî bi dehan carî hat darizandin. Bêrîtan Canozer ku tevî hemû zextan di nivîsandinê de israr dike wiha got: “Em generalên Apê Mûsa ne. Em li dijî zext û astengiyan serî natewînin.”
 DÎMEN HEYE