Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

  • 23:19 27 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 558’an de bi koma 110’an didome.
 
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 558’an de bi koma 110’an didome.
 
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 558’an de û bi koma 110’an berdewam dike.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê li navenda Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM), bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 109’an Fadîle Tok axivî.
Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di dalakiyê de ne û wiha peyîvî: “Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neye şikandin, şert û mercê Rêber Apo yên ji bo azadiyê mîsoger nebe û heta pêvajoya ku Rêber Apo destpêkirî mîsoger nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Em dikarin bêjin berxwedana Rêber Apo ya van 26 salan ev komployên ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd û li ser gelên bindest vala derxist. Em dibînin berxwedana gelê Kurd li çar hêlên Kurdistanê berdewame, ji ber wê dijminê xwînxwar her çiqas gotibe ezê pêvajoya aştiyê destpêbikim yan jî bila çek û şer bisekinin, Rêber Apo bi meznahiya xwe, têgihiştin û zanabûna xwe diyar kir ku pêwîste ji cihê lê hatî sekinandin li wir bê destpêkirin. Wek gelê Mexmûrê emê li gel gelê Rojava, berxwedêrên Tişrîn û gelê Başûr yê berxwedêr bin. Ji bo vê jî em dibêjin pêwîste herî zêde gelê Başûr rabin ser xwe, ji ber ku her roj gel tên qetilkirin û em şahadetan didin. Ma wê heta kengê gelê Başûr li rûmeta xwe xwedî derbikeve? Em dibînin Mala Barzan kiryarên xwe bi kur û biraziyê xwe ve li Enqere li bi celadên gelê xwe re dirûnin û projeyan didane. Ev hevdîtinên ku li Bexda û li Tirkiyê hatine kirin hemû jî biryarên qetilkirina Kurda û têkbirina tevgera gelê Kurde. Em vêya baş dizanin wê ew bi ser nekevin, wê serkeftin ya Rêber Apo û gelê berxwedêr be.”
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Apo Jiyan nabe’ dewrî koma 110’an hat kirin.