Li dijî navendparêziyê pêdiviya çandeke rêxistinî ya nû
- 09:02 10 Çile 2025
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Pejirandina nêzîkatiya azadiya jinê yek ji hêmanên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e. Tevlîbûna aktîf a jinan di pêvajoyên biryardayînê de ne tenê ji bo wekheviya zayendî, di heman demê de ji bo xurtkirina bingehên edaleta civakî xwedî girîngiyeke mezin e."
Gurbet Aydogan
Îro cîhana me di alî teşeyên rêxistinbûnê û jiyana civakî û ferasetên demokrasiyê de di pêvajoyek girîng de derbas dibe. Tevgerên civakî yên asta herêmî global de, daxwaza gelan a qedera xwe bixwe tayîn bikin, tevgerên azadiyê ya jinan, rêxistinbûnên hiyerarşîk yên kevneşopî û navendî lêprisîn dike û teşeyên tevlibûna pêşniyar dikin rexne dikin. Divî alî de konfederalîzma demokratîk wek modelek alternatîfê dertê pêş. Rêxistinên heyî piranî di bin kontrola koma sermaye û elît de ne û ji hewcedariyên civakan re nabin bersiv. Rêxistinên wisa, tevlibûnê sînor dikin, nahêlin kes tevli pêvajoyên biryarê bibin. Dînamîkên civakê piştguh dikin. Li aliyê din jî konfederalîzma demokratîk, jin, ciwan û aliyên bindest tevli pêvajoyên biryarê dike û derfeta xwe bidin nasîn, xwe îfade bikin û zextan beralî bike, dike armanc. Ev model nasnameyên cuda baweriyên cuda hembêz dike û mekanîzma tevilbûna dike jiyanê. Pêşiya veguhertine demokratîk vedike û zemîna piştevanî û adîlbûnê vedike. Em dikarin mînakên vê modelê li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê bidin.
Taybetiyên esas yên Konfederalîzma demokratîk
Konfederalîzma Demokratîk modelek e ku li hemberî rêbaza rêveberiya navendî ya ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve li ser esasên edaleta civakî, wekhevî û xwerêveberiya gel hatiye ferzkirin, weke alternatîf derdikeve pêş. Ev nêzîkatî ji bo pêşxistina hevgirtina kolektîf û wekheviya civakî û di heman demê de bihêzkirina mafên takekes û civakan a çarenivîsa xwe armanc dike. Di nava dînamîkên têkoşînên civakî de, konfederalîzma demokratîk di warê xurtkirina rêveberiyên herêmî û zêdekirina tevlêbûna gel de xwedî girîngiyeke krîtîk e. Dabînkirina xweseriya civakên xwecihî yek ji bingehên vê modelê ye û bi vî awayî derfeta civakên ku li gorî pêdiviyên xwe çareseriyên taybet pêş bixin.
Perspektîfa azadixwaz a jinê
Pejirandina nêzîkatiya azadiya jinê yek ji hêmanên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e. Tevlîbûna aktîf a jinan di pêvajoyên biryardayînê de ne tenê ji bo wekheviya zayendî, di heman demê de ji bo xurtkirina bingehên edaleta civakî xwedî girîngiyeke mezin e. Rêxistinên jinan ên yekta ji çareserkirina pirsgirêkên zayendî wêdetir, tevlîbûna demokratîk zêde dikin û tevkariyê li pêvajoyên veguherîna civakî dikin. Dema ku ev rêxistin ji bo ji holê rakirina newekheviya zayendî têdikoşin, di heman demê de îmkana pêşxistina polîtîkayên ku ezmûn û perspektîfên jinan bi xwe nîşan didin jî didin. Pêkhatina nûneriya wekhev a komên civakî gavek krîtîk teşkîl dike.
Nûneriya wekhev û tevlibûn
Pêkanîna nûneriya wekhev yek ji rêgezên bingehîn ên konfederalîzma demokratîk e. Ev prensîb hewce dike ku ne tenê jin, hemû komên etnîkî, çandî û civakî yên bindest jî beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin. Nûnertiya wekhev rewabûna pêvajoyên demokratîk zêde dike û di heman demê de dewlemendiya cudahiyên civakî jî li ber çavan digire. Di vê çarçoveyê de ji bo serketina konfederalîzma demokratîk pêşxistina mekanîzmayên beşdariyê yên ku dînamîk û pêdiviyên civakan di asta herêmî de nîşan didin, girîng e. Xurtkirina nûnertiya jinan û komên din di pêkanîna edaleta civakî de rolek krîtîk dilîze.
Xweseriya herêmî û piştevaniya kolektîf
Hêmaneke din a girîng a konfederalîzma demokratîk xweseriya herêmî û hevgirtina kolektîf e. Karîna civakên herêmî ku xwe bi rê ve bibin rê dide wan ku li ser edalet û domdariya gerdûnî siyasetên bi bandortir û wekhevtir derxînin. Ev model teşwîq dike ku di asta herêmî de torên hevgirtinê yên xurt werin damezrandin, di heman demê de parvekirina agahdarî û çavkaniyan di navbera civakên cihê de hêsan dike. Xweseriya xwecihî rê dide civakan ku li gorî dînamîkên xwe yên çandî û civakî çareseriyan pêş bixin û di vê pêvajoyê de perspektîfa sosyalîst a azadîxwaz rê dide kes û civakan ku dînamîkên xwe yên hundirîn diyar bikin, di heman demê de derfetê dide ku bi bandor li dijî newekheviyên civakî û têkiliyên îstîsmarê têbikoşin.
Nêzîkatiya azadixwaz a ekolojîk
Konfederalîzma Demokratîk hevgirtin û hevkariya di navbera civakên cihê yên herêmî de pêş dixe. Ev yek ji hîmên bingehîn ên paradîgmaya azadîxwaziya ekolojîk e. Bi parvekirina serpêhatî û zanîna xwe, civakên herêmî fersendê digirin ku ji pirsgirêkên jîngehê re çareseriyên kolektîf pêş bixin. Ev hevgirtin dihêle ku dadmendiya ekolojîk pêk were û li dijî qeyranên jîngehê têkoşînek bi bandortir were meşandin.
Konfederalîzma Demokratîk pêvajoyên biryargirtinê xurtir dike. Civakên xwecihî xwedî derfet in ku bi pêşxistina polîtîkayên li gorî hewcedarî û şertên xwe, hevsengiyek di navbera domdariya jîngehê û dadmendiya civakî de pêk bînin. Ev nêzîkatî teşwîq dike ku pirsgirêkên jîngehê di çarçoveyek herêmî de û tevlêbûna hemî beşên civakê. Bi derbaskirina astengiyên burokratîk ên desthilatdariya navendî re di asta herêmî de bersivên bileztir û bi bandortir dike. Dema ku paradîgmaya azadîxwaziya ekolojîk balê dikişîne ser lezgîniya krîzên hawirdorê, ew girîngiyê dide şiyana civakên herêmî ku bi lez û bez li hember van qeyranan tevbigerin. Bi peydakirina vê nermbûnê, konfederalîzma demokratîk xwedî potansiyel e ku civakên ku li hember qeyranên ekolojîk berxwedêrtir in biafirîne.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Aboriya komun’ wê bê weşandin.