ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 10 Çile 2025
  • Rojev
 
*"Pejirandina nêzîkatiya azadiya jinê yek ji hêmanên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e. Tevlîbûna aktîf a jinan di pêvajoyên biryardayînê de ne tenê ji bo wekheviya zayendî, di heman demê de ji bo xurtkirina bingehên edaleta civakî xwedî girîngiyeke mezin e." JI NÎQAŞÊN JINELOJIYÊ
 
* Dîrektora CFWIJ’ê Kîran Nazîsh diyar kir ku Tirkiye qanûnên ku ewlehiya rojnamegeran digire, cidî nagire û got divê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo parastina rojnamegeran erka xwe bîne cih û rola aktîf bilîze. 
 
*Pêşniyara ku di sala 2010'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve derbarê plan û çareseriya pirsgirêka Kurd û qonaxên wê de kiriye rojevîbûna xwe diparêze.
 
*Endamên TEV-DEM'ê yên Helebê Leyla Xalid û Ferîde Osman hedefgirtina konvoya gel a ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê şermezar kirin û gotin: "Her çiqas dewleta Tirk bi balafirên xwe êrişî li me bike wê nikaribe dawî li berxwedana me bîne. Em di berxwedaniyê de bi îsrar in." BI DÎMEN