Li Mexmurê sê jinên şoreşger hatin bibîranîn
- 18:30 9 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞêniyênMexmûrê, bi boneya 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan hatin qetilkirin, meşekî girseyî li dar xistin.
Şêniyên Wargeha Mexmûr bi boneya 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Cileyê ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sara (Sakîne Cansîz), Rojbîn (Leyla Şaylemez), Ronahî (Fîdan Dogan) hatin qetilkirin, meşekî girseyî li dar xistin.
Di meşa ku bi tevlîbûna şêniyên wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir de, wêneyên jinên pêşeng ên tevgera azadî hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî Sara Rojbîn Ronahî’, ‘Bimre îxanet’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin. Meş heta li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel Nûdem Yaman axivî.
Nûdem Yaman, di destpêka axaftina xwe de cangoriyên komkujiya Parisê ya 9’ê Cileyê bibîranî û wiha axivî: “Em wek gelê Wargeha Mexmûrê komkujiya Parisê ya 9’ê Çileyê ya li dijî sê jinên pêşeng şermezar dikin. Wek tê zanîn dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê heta îro xwestiye bi qirkirin û komkujiyan gelê Kurd tûne bike. Dewleta Tirk dixwaze bi komkojiyon îradeya gelê Kurd tûne bike. Lê gelê Kurd tucaran li dijî êrişan dev ji têkoşîna xwe bernedan.”
Nûdem Yaman, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku her sê jinên şoreşger di xeta azadiya jin û gelê Kurd de meşiyan û got: “Hevala Sara, Rojbin û Ronahî yên pêşengên jin a Tevgera Azadiyê bûn, di encama komkujiya 9’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dan. Hevala Sara yek ji damezirînera PKK’ê û avakera Tevgera Azadiya jinên Kurd bû. Hevala Sara hemû jiyana xwe fedayê xeta azadiya jin û gelê Kurd kir. Wek gel û xwendekarên wargeha Mexmûrê bi ked û têkoşîna hevala Sara dijîn. Hevala Ronahî ji bo pêşxistina tevgera ciwanan bi salan ked û têkoşinek mezin da. Hevala Rojbin li Ewropayê ji bo danasîna gelê Kurd û pêşxistina diplomasiya gelê Kurd gelek xebatên bi nirx meşand.”
Nûdem Yaman, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek gelê Kurd heta dawî xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo û li mîrayeta şehîdên xwe derbikevin û têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Daxuyanî bi diruşmên “Bimre îxanet”, ‘Jin jiyan azadî Sara Rojbîn Ronahî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.