
Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
- 14:44 31 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya di girtîgeha Lakan a bajarê Reşt yê Îranê de tê ragirtin, ji bo tedawiyê hat şandina nexweşxaneyê.
Ajansa HRNA’yê di derbarê rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî a li girtîgeha Lakan ya bajarê Reşt ji bo tedawiyê hat şandina nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ev demek dirêje neynokên Şerîfe Mihemedî iltihab girtine û ew nexweşî derbasî nava tiliyên wê yên destan bûye. Hat diyarkirin ku rewşa wê ya tendirustî nebaşe.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta "Propagandaya dijî dewletê" kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.