
DEM Partiyê civîna MYK’ê betal kir
- 17:44 3 Gulan 2025
- Rojane
ENQERE - Hevserokên giştî yên DEM Partiyê, endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê. Hat hînbûn ku wê agahiyên der barê şîn û cenazeyê de piştre bê parvekirin.