Li Wêranşar û Geverê çalakiya 'Bi Jiyana Azad Rojên diyalogê'

  • 15:19 3 Gulan 2025
  • Rojane
RIHA/COLEMÊRG - Di çalakiya li Wêranşar û Geverê ya bi boneya 3’ê Gulanê Roja Diyaloga bi Jiyana Azad re, nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê bi sînevîzyonekê hatin parvekirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Wêranşar a Rihayê û Gevera Colemêrgê di çarçoveya 3’ê Gulanê Roja Diyaloga bi Jiyana Azad re çalakiyek hat lidarxistin.
 
Riha
 
Di çalakiya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Wêranşarê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên bajar û navçeyên bajêr ên  DEM Partiyê amade bûn.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Sînevîzyona "Azadiya Jinê" ku ji pirtûk, axaftin û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de hatibûn berhevkirin, hat nîşandan.
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Rihayê Gul Fehîme Bînîcî di panela ku hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser mafê hêviyê û got, "Di mijara mafê hêviyê de biryara AÎHM'ê heye. Lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de tu amadekarî nekiriye. Ji Tirkiyeyê re ji bo gavavêtinê dem hatibû dayîn lê tu gav nehatin avêtin. Hemû serlêdanên me bi encam bûn û serlêdanên me yên nû hene.”
 
Çalakî bi klamên ku ji aliyê dengbej Leyla Adal ve hatin gotin bi dawî bû.
 
Colemêrg 
 
Bi pêşengiya TJA'yê li avahiya DEM Partî ya Geverê bi heman armancê bername hat amadekirin û sînevîzyon hat temaşekirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DEM Partî yên navçeyan û aktîvîstên TJA'yê beşdarî bernameyê bûn.