Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
- 11:33 12 Kanûn 2024
- Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketina 14 herêmên ku texrîbata ekolojîk lê tê kirin ji bo 15 rojan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê, herêmên Cûdî, Gabar, Besta, Feraşîn û Kêla Memê jî di nav de ku texrîbata ekolojîk lê tê kirin bi giştî 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybe a demkî” ragihand. Ketina herêmên behsa xeberê ji bo 15 rojan hate qedexekirin.