Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2024-12-12 11:33:32     ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketina 14 herêmên ku texrîbata ekolojîk lê tê  kirin ji bo 15 rojan qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê, herêmên Cûdî, Gabar, Besta, Feraşîn û Kêla Memê jî di nav de ku texrîbata ekolojîk lê tê kirin bi giştî 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybe a demkî” ragihand. Ketina herêmên behsa xeberê ji bo 15 rojan hate qedexekirin.