21'ê Kanûna 1998'an: Yekemîn Kongreya Stargehan hat lidarxistin

  • 09:01 21 Kanûn 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Stenbolê di 21’ê Mijdara 1998’an de bi beşdariya zêdeyî 100 jinan yekemîn Kongreya Stargehên Jinan hat lidarxistin.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1892: Nivîskar, wêjevan û rojnamegera femînist Rebecca West a îngîliz di 21'ê kanûna 1892'yan de hat dinê. 
 
1920: Programsaz û matematîkvana Emerîqayî Adele Goldstine di 21'ê Kanûna 1920'î de ji dayik bû. Adeleyê ji bo ENIAC a kompitura dijital a elektronik a yekem e pirtûka destan nivîsand. 
 
1922: Fizîkvan, matematîkvan a Fransizî Cecile Andree Paule Dewitt-Morette îro ji dayik bû. Ceclileyê ji ber weşanên xwe di 2007'an de bi Madalyoya Serkeftina Mezin hat xelatkirin. 
 
1969: Muzîjen û lîstîvana fransî Julie Delpy îro hat dinê. 
 
2015: Girtiyên jin ên siyasî li dijî şerê li bajarên herêmê hat destpêkirin derneketin hevdîtinan. 
 
2015: Jinên ku li Melbourne civiyan êrişên li Tirkiyeyê şermezar kirin bang li hikûmeta Awusturyayê kirin ku li hemberî şîdetê bêdeng nemînin. 
 
2015: Fîlmmor di çarçoveya kampanyaya "Em dikarin kuştina jinan rawestînin" ya ku di Konferansa li Dijî Kuştina Jinan Plana Lezgî Plana Çalakiya Lezgîn amade kir.
 
2015: Di kongreya avakirinê ya jinan de "Meclîsa Şehîd Bêrîvan" a ji 32 jinan û 8 komîsyonan pêk dihat hat îlankirin.