Jinan ji bo vekirina Deriyê Sêmalka kampanya da destpêkirin
- 19:33 7 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Başûr li ser çapemeniya civakî daxwaza deriyê sînor yê Sêmalka ,ku ji aliyê PDK’ê ve li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin, bê vekirin kampanya da destpêkirin.Jinan bang kirin ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn divê her kes beşdarî vê kampanyayê bidin.
Jinên Başûr ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, bi armanca vekirina deriyê sînorî yê Sêmêlka û gihandina alîkariya mirovî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê, kampanyayek hashtag da destpêkirin.
Jinên Başûrê Kurdistanê di bangawaziya xwe de ragihandin ku dilsoz û welatparêzên Başûrê Kurdistanê, gelê me li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet re derbas dibe, ev rewş hewcedarî gihandina alîkariya mirovî ya lezgîne, lê ji ber girtina deriyê sînorî yê Sêmêlka, ku di bin desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) de ye, alîkarî nikare bigihe Rojavayê Kurdistanê
Jinên Başûr dibêjin, ji bo vekirina van sînorên çêkirî û alîkariya herî zû ji koçberên Rojavayê Kurdistanê re, îşev di saet 20:00’an li gor dema Hewlêrê, kampanyayek hashtag didin destpêkirin.
Her wiha daxwaz ji Kurdên dilsoz, welatparêz û mirovdost kirin gotin; “Beşdarî vê kampanyayê bibin. Em gelê xwe piştrast dikin ku emê hemû awayên çalakiyên sivîl ji bo vekirina deriyê Sêmêlka û piştgiriya gelê xwe li Rojavayê welat bigirin ber xwe.”
Hashtag bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî dest pê dike bi vî awayî:
#سێمێلکا_بکەنەوە_ئێستا
#إفتحوا_سيميلكا_الآن
#open_semelka_now