Rêxistin û Tevgerên Jinan banga têkoşînê kir
- 14:00 7 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî banga têkoşîna yekbûyî li tevahî jinan kir.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê de daxuyaniyeke hevbeş li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dan.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên rêxistinên navborî li pêşiya avahiya Kongra Star hate dayîn û ji aliyê rêvebera Weqfa Jina Azad a li Dêrikê Leyla Umer ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em dibînin ku senaryoya 2018'an li dijî gelê me yê li Şehba û Til Rifetê dubare dibe; bi deh hezaran kes ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûn. Amadekariyên vê êrişê ev demek dirêje hatibû plankirin û di 28'ê Mijdara 2024'an de hat pêkanîn. Êriş û sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dikin li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye. Dîroka van çeteyan bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîl û jinan û qirkirina li dijî gel dagirtî ye."
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Heleb, Şehba û Til Rifetê bi tundî hatin şermezarkirin û bang li hemû jinan kir ku li hemberî êrişan têkoşîneke yekbûyî ya gerdûnî pêk bînin.