Kîstê di mêjiyê girtiya nexweş Pinar Tîkît de du qat zêde bû

  • 09:04 7 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
Arjîn Yuksekbag 
 
ENQERE - Malbata girtiya nexweş Pinar Tîkît, da zanîn ku ji ber dermankirinek baş nayê kirin rewşa keça wan her diçe giran dibe û banga tehliyeyê li rayedaran kirin.
 
Yek ji pirsgirên sekere ya Tirkiyeyê netehliyekirina girtiyên nexweş e. Ev pirsgirêk bi salan e didome û hema hema her roj agahiyên mirinê ji girtîgehan tên. Di dema AKP’ê de hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 5 hezar û 341 e. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di 2024’an de di 9 mehan de herî kêm 50 girtiyî jiyana xwe ji dest dane û piraniya van jî girtiyên nexweş bûn.
 
Yek ji van girtiyan jî girtiya nexweş Pinar Tîkît ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye. Xwişka wê Roza Tîkît der barê mijarê de axivî.
 
‘Ji bo ameliyatê çû nexweşxaneyê li wir hat girtin’
 
Roza Tîkît da zanîn ku xwişka wê li derve dermankirina xwe dikir lê piştî hatiye girtin nexweşiya wê du qat zêde bûye û got: “Xwişka min serokatiya navendî ya Îdirê dikir. Di di çarçoveya operasyona KCK’ê de di 2011’ê de hat girtin. 4 meha girtî ma. 7 sal û 6 meh ceza lê birîn û bêyî girtin darizandin. Ji wê dîrokê şûnde nexweşiyên wê rû dan. Di mejiyê wê de kîst hat tespîtkirin. Dermankirina wê dest pê kir. Di 2014’an de li Amedê hat dermankirin, wexta ji bo emeliyatê diçe nexweşxaneyê li wir tê binçavkirin û girtin.”
 
‘Kîst du qat zêde bû’
 
Roza Tîkît wiha bi lêv kir: “Xwişka min di payîza 2014’an de li girtîgehê xwest dermankirinê bidomîne lê şert û mercên girtîgehê astengî çêkir. Kîstê ku mezinbûna wê 4 bû derket 8’an. Ji ber şertên girtîgehê kîst mezin bû. Qaşo pêvajoyek dermankirinê dan destpêkirin lê encamek nehat girtin. Xebatên siyasî yên xwişka min hincet hat nîşandan û di heman demê de du caran ji ‘endamtiya rêxistinê’ ceza lê hat birîn.”
 
‘Wê di nava demê de laşê wê peywira xwe neyne cih’
 
Roza Tîkît di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Şertên girtîgehê dibin sedema giranbûna nexweşiyê. Ji ber nehat dermankirin kîstê mejî, bû sedema nexweşiyên din jî. Doktoran bi rêk û pêk derman nekirin. Di cihên cuda yên bedena wê de kîst derketin. Kîstê çiman wê bi emelyatê girtin. Yên din hîna hene. Tevgerên wê her diçin kêm dibin. Di demek nêz de bên tevger mabû û hefteyekê di nav nivînan de mabû. Xwişka min ji ber nexweşiyê pir kîlo winda kiriye.”
 
‘Em dixwazin xwişka min bê tehliyekirin’
 
Roza Tîkît di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Niha li girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê dimîne. Kesek wisa nexweş nikare girtî bimîne.Tevî vê di şertên Tîpa F de dimîne û nexweşiya wê her diçe giran dibe. Em bang li hemû rayedaran dikin. Em malbat bi fikar in. Ev rewşa me dike fikaran. Em bang dikin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em dixwazin Pinar bê dermankirin û emeliyat bibe. Daxwaza me tehliyekirina wê ye.”