Rêxistina Parastina Zarokan ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê bang kir

  • 13:50 6 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê (Herêma Kurdistan) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi şer re hejmara koçberiyê zêde dibe û bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariyê bidin.
 
Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê (Herêma Kurdistan) derbarê carek din koça Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên komên girêdayîTirkiyeyê, daxuyaniyek weşand.
 
Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê (Herêma Kurdistan) di daxuyaniya xwe de got; “Li Bakur Rojhilatê Suriyeyê karesatek mirovî çêdibe, ji ber vê karesatê zêdetirî 300 hezar koçber ku piraniya xwe jin û zarokin, ji ber êrişên vê dawiyê ji Şehba û Bakur Rojavayê welat koçber bûn. Bi taybet ji Helebê gelek kes koçber bûn, malbat bê cih, xurek û pêdawîstiyên tenduristiyê mane.
 
Li hemberî vê qeyranê, îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê planek lezgîn aktîv kiriye. Niha malbat li dibistan û mizgeftan hatine bicihkirin. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin.”