‘Em Rojava û Kurdistanê diparêzin’

  • 21:04 5 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Sendîkayên Spanyayê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kir û got: “Em Rojava diparêzin, em Kurdistanê diparêzin.”
 
Konfederasyona Sendîkayên Spanyayê li ser êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û peyama xwedîlêderketina li Rojavayê da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya şerî de Tirkiyeyê piştgiriya hemû komên siyasî yên li dijî modela demokratîk û beşdar ya Kurdan kir. Fikra Konfederalîzma Demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi piştgiriya gelên Ereb, Kurd, Ermenî û Suryanî hat şêwe girt. Tecribeya Şoreşger a Rojavayê tevî hemû tiştî û hemû ambargo û dorpêça Tirkiyeyê ya li ser herêma Kurdan heta îro hatiye. Tirkiye bi daxwaza pêşîlêgirtina vê yekê rê li ber her cure pevçûnê vekir. Lê belê yên ku ketin Reqayê û dawî li serweriya qaşo ya Îslamê ya DAÎŞ’ê anîn şoreşger bûn.”
 
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Lê belê rewş xetimî. Ligel ku Hikûmeta Beşar Esad bi piştgiriya Îran û Hizbullahê li ser piyan dima û mixalefeta Sûriyeyê jî bi komên Îslamîst re sînordar ma û ev kom bi piştgiriya Tirkiyeyê li Îdlîbê bûn xwedî hêz û herêma Kurdan Efrîn dagir kirin. Vê yekê hemû pêşkeftinên di pêvajoya jinûveavakirina Rojavayê de bi awayekî sîstematîk asteng kir. Komên Îslamîst ên di bin banê Tirkiyeyê de ku ji lawaziya Hikûmeta Sûriyeyê sûd wergirtin, dema ku dîtin Îsraîlê darbeyên giran li hevalbendên wan da, beşeke mezin a duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê, Helebê, xistin bin kontrola xwe. Artêş vekişiya û Îslamparêzan beşeke mezin a bajar xistin bin kontrola xwe û li dijî taxên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku bi pergaleke pirneteweyî xwe bi xwe bi rê ve dibin, êrîş dan destpêkirin.”
 
Di dawiya daxuyaniyêde wiha hat gotin: “Di rastiyê de gelek armancên Erdogan hene: Qulipandina Hikûmeta Sûriyeyê, ferzkirina çareseriyeke Îslamîst bi rêya komên fanatîk û dawîlêanîna tecrubeya şoreşger a Rojavayê ye ku gelê Kurd ê li Tirkiyeyê dijî wek hêviyekê li Rojavayê dinêre û ev jî wek talûke tê dîtin.Wek Konfederasyona Sendîkayan em bangawaziya piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikin. Em Rojavayê diparêzin, em Kurdistanê diparêzin.Em dirêjkirina şerî şermezar dikin û dibêjin ku rêya xilasiyê ya ji pevçûnên herêmî ne Îslamparêziya siyasî ye.Em planên Erdogan yên ji bo têkbirina berxwedana Kurdan red dikin.”