ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 29 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Endama TJK-E’yê Kezban Dogan der barê meş û mîtînga li Kolnê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" axivî û got kampanyayê asta sêyemîn derbas kiriye û wiha vegot: “Di mîtîngê de erd û esman bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ hejiya.” BI DÎMEN
 
* Li gundên navçeya Giyadînê xebatê madena siyanurê rê li ber valakirina gundan û koçberkirina gel vedike. Jinên bi tehdîda siyanurê re rû bi rû dimînin wiha gotin: “Em madenê qebûl nakin. Jehrê li axa me belav dikin. Ev warê me ye, em warê xwe bernadin û naçin.” DÎMEN HEYE 
 
*Eren Keskîn der barê rapora aşkera kirine de axivî û got: “Li girtîgehan li ser jinan binpêkirinên mafan yên cidî hene. Îdareya girtîgehê li odeyên bi sunger fîlmên îşkenceyê bi girtiyên jin didin temaşekirin. Dewleteke ku îmze avêtiye peymanên navneteweyî û di hiqûqa xwe de jî îşkence qedexe kiriye, di pêkanînê de wek fîlm pêşkêşkirin bi xof e.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Ruken Zeryam Işik da zanîn ku jinê bi hebûn û nasnameya xwe di bin zextan de, tevî astengiyan berxwedanê didomînin û got: “Me ji bo 25’ê mijdarê xebatên mezin meşandin. Ji vir şûnde jî wê xebatên me bidomin.” BI DÎMEN