Em ê serhildanê li Taksîmê bilind bikin

  • 10:07 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Sînem Ozkan da zanîn ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin û got li dijî êrîşên li hember ked, nasname û bedenê wê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Îsal li Stenbolê navnîşana 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li ser Jinê Tunela Taksîmê ye.
 
Jin wê bi dirûşma ‘ Em ji bo azadiya xwe bêdeng namînin. Em dest ji jiyana xwe bernadin. Em serî li dijî şîdeta mêr natewînin’ wê ji Tunela Taksîmê bang bikin. Ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Sînem Ozkan der barê amadekariyê de axivî.
 
‘Jinan têkoşîn bilind kirin’
 
Sînemê diyar kir ku êrîşên li hember têkoşîna jinê zêde bûne û tevgera jinan her tim li dijî êrîşan li kolanan têkoşîna xwe bilind kirine û wiha vegot: “Li Îranê bi pêşengiya jinan têkoşînek tê jiyîn.Jin bi êrîşan re bên rû hev jî dest ji ‘jin jiyan azadî’ bernedane. Dewlet li Kurdistanê polîtîka şerê taybet li hember jinan dimeşîne. Vê hem li dadgehan hem li girtîgehan hem jî li hemû qadên jiyanê pêk tîne. Di vê nokteyê de polîtîka bêcezahiştinê ya dewletê cesaretê dide gumanbaran. Ev bi awayekî sîstematîk didome. Li hember siyasetmedarên jin yên Kurd jî êrîşek taybet mijara gotinê ye. Tevî rewşa giran a Aysel Tugluk di bin tecrîdek giran de tê girtin. Ev jî rastiya polîtîkayên şer yên dewletê nîşan dide.”
 
Sînemê balkişand ser binçavkirina parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel jî û got dema binçavkirinê de serê wê hatiye tewandin û got ev pêkanîn li hember têkoşîna jinên kurd e.
 
‘Îtîraz veguherin berxwedanê’
 
Sînemê destnîşan kir ku şîdeta dewleta mêr bandor li her qada jiyanê kiriye li dijî vê jin di berxwedanê de ne û wiha pê de çû: “Li Îranê jî piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî, bi pêşengiya jinan serhildan pêk hat.  Nagîhan Akarsel di encama suîkastekê de hat qetilkirin. Garîbe Gezer di girtîghê de jiyana xwe ji dest da. Ev hemû bûn sedema parçeyeke bilindkirina têkoşînê ya jinan. Di 25’ê Mijdarê de w3e jin deng bidin berxwedana Jîna.  Em ê îsal 25’ê Mijdarê de di 19.00’an de li Taksîmê bin. Em ê serhildan û têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin.”