Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome

  • 13:10 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome.
 
Xwepêşandan û çalakiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî êriş, tundûtijî, qetilkirin, girtin û darvekirinan jî bê navber bi awayekî berfireh dewam dike. Di merasîmên spartina xakê yên xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dayîn de, banga piştgiriya xwepêşandanan hate kirin.
 
Ji 16’ê Îlonê ve li Rojhilatê Kurdistan û seranserê Îranê xwepêşandan û çalakiyê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re li dijî rejîma Îranê destpêkirin, berdewam in. Di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de rejîma Îranê bê dudilî li dijî xwepêşanderan guleyên rast û tundûtijiyek dijwar bi kar tîne û qetil dike, tevî xwepêşanderên tên girtin di êşkenceyek tund re derbaz dibin û tên darvekirin.
 
Duh li bajarên Bokan, Mihabad, Kamyaran û Sine merasîma spartina xakê ya hinek xwepêşanderên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn veguherî xwepêşandanek mezin û gelek dirûşmên li dijî desthilatdariyê hatin berzkirin.
 
Li bajarên Xoy, Urmiye, Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mihabad, Seqîz, Merîwan, Dîwandere, Kamyaran, Sine, Bîcar, Dêwlan, Pawe, Serpêlî Zehaw, Sehne û Îlamê bi pêxistina agir û girtina rê li trafîkê xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Di heman demê de dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator’ hatin berzkirin.
 
Her wiha duh li gelek gundan bi taybet gundên Serdeşt, Sine, Kamyaran û Dêwlan heman şêweyî xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.
 
Li bajarê Sehne bi hezaran kes ji bo tevlîbûna merasîma salvegera koça dawî ya hunermendê navdar yê Yarsaniyan Seîd Xelîl Elî Nejad, kombûn. Lê hêzên ewlekariyê êrişî girseyê kir û ew jî merasîmê vegerand xwepêşandanê.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî di encama xwepêşandanên duh yên li bajarên Bokan, Pîranşar û Mihabadê de herî kêm 4 xwepêşander jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Îranê jî weke roja înîya borî, li gelek bajarên Sîstan û Belucistanê; Zahîdan, Êranşehîr, Rasik, Xaş, Peşîn, Çabehar, Aşar û Serawan meş û xwepêşandan hatin lidarxistin.
 
Di heman demê de li bajarên Tehran, Qezwîn, Tewrêz, Bender Ebas, Şîraz, Îze, Semîrom, Erdebîl, Babol, Xumeyn, Bender Deyir û hinek navçeyên din yên Îranê çalakiyên cuda cuda berdewam bûn.
 
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha zêdetirî 350 kesan hatine qetilkirin ku ji vê hêjmarê 50 jê zarokin. Sindoqa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya herî dawî de bang kir ku hedefgirtina zarokan demildest bi dawî bibe.