Nobeda Edaletê: Doza gelê kurd azadî û demokrasî ye

  • 15:19 17 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 140'î ya Nobeda Edaletê de xizma girtiyan Hanim Sever axivî û got," Doza gelê kurd azadî û demokrasî ye."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin dest pê kiribû ket roja 140'î. Li ber Baroya Îzmîrê xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Deng bide zindana","Ji bo girtiyên nexweş azadî" li xwe kirin. Rêxistina HDP'ê ya Foçayê ya Îzmîrê beşdarî çalakiyê bû. 
 
'Doza gelê kurd azadî û demokrasî ye'
 
Dayika Medet Sever ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtîye Hanim Sever wiha got:"Her ku hilbijartin nêz dibe êrişên li kuçeyan û li dijî sîvîlan zêde dibin. Mirovên bê sûc li orteya kuçeyê tên qetilkirin. Heta demokrasî û edalet bê vî welatî em ê li berxwe bidin. Doza gelê kurd azadî û demokrasî ye."