Li Rojhilat û Îranê serhildan didome

  • 10:53 15 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re îro du meh derbas bûn, îro jî gelê li Îranê xwe ji bo sêyemîn salvegera xwepêşandanên sala 2019’an amade dikin û dixwazin hîn zêdetir raperînê berfirehtir bikin.
 
Serhildana li Rojhilat û Îranê ya dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û ji bo azadiyê bê navber dewam dike û du meh li pey xwe hişt. Duh jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşandan.
 
Di sala 2019’an de piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê û xirabûna rewşa jiyana welatiyan, li zêdetirî 100 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî bilançoyan navbera hezar heta hezar û 200 kes di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da bûn. Duh ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di 15’ê Mijdarê de ango îro banga berfirehkirina xwepêşandanan hate kirin.
 
Ji bo bîranîna qurbaniyên xwepêşandanên sala 2019’an tê payîn ji îro ve li seranserê Îran û Rojhilat çalakiyên berfireh werin lidarxistin. Bi vê bonoyê bi rêya belavokan û torên civakî, banga berfirehkirina xwepêşandanan tê kirin.
 
Duh bi şev jî li gelek bajarên Rojhilat û Îranê çalakî dewam kirin, xwendevanên zanîngehan carek din duh bi şev li qadan bûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn.