ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 15 Mijdar 2022
  • Rojev
* Jinên ji herêma Efrîn diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser civakê ye û gotin: "Xebat û tekoşîna wan tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka GOÇÎZDER Kamîle Kandal ya bi hinceta xebatên qada civaka sivîl meşandiye hat girtin ji girtîgeha Bakirkoy a Jinan  nivîsî û got: “Dest ji xebatan berdan tune. Wê me jinan ji xebatên komele, civaka sivî û parastina maf dûr nexin. Em ê di serî de mafê jinên penaber, têkoşîna jinan û têkoşîna azadiyê bidomînin.” DOSYA 
 
*Sîbel Çapraz ya di berxwedanê rêveberiya xweser a Geverê de birîndar bû 18  mehan birîndar girtî ma û du salan cezayê hepsa malê girt niha li ÎHD’a Colemêgê têkoşîna xwe didomîne. Sîbelê got: “Ez tu car dest ji têkoşîna jinê, ji aştî û azadiyê ji parastina jinê, bernadim.” BI DÎMEN