Mêran bi minasebeta 25'ê Mijdarê meşek li dar xist

  • 13:19 14 Mijdar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Li Kobanê bi pêşengiya Kongra Star ji hêla mêran ve bi dirûşma "Li dijî her cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam; jin jiyan azadî" meşek hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe."
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Kobanê, bi pêşengiya Kongra Star, mêrên li Herêma Firatê meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Li dijî her cûreyên tundîtiya dewlet û hişmendiya zilam; jin jiyan azadî" pêk hat. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên jinên ku di tekoşîna şoreşa azadiyê de jiyana xwe ji dest danê û wêneya Jina Amînî hatin hildan. Meş bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Herêma Firatê ji qada Şehîd Agît dest pê kir û li qada Jina Azad dawî bû. Di meşê de bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
Piştî meşê ji hêla Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şehîn axivî. Mihemed, di destpêka axaftina xwe de hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana ji dest dane û di şexsê jina kurd Jîna Amînî de serhildanên li rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: "Azadiya jin azadiya civakê ya giştî ye. Li gel vê tundiya li hember jin û koletiya li hember jin tê wateya tunditî û koletiya li hember hemû civak e. Ji ber ku civak bi yêk zayêndê pêk naye. Pirsgirekên civakê yên bi hezar sal in tên jiyîn û nayên çareserkirin bingeha xwe ji vê digir e. Ji ber zihniyeta yekzayêndî pirsgireka azadiya civakê jî pêk naye. Ji bo civak azad bê pewîstê hemû zayendên civakê azad be. Ji ber vê jî bi azadiya jin wê azadiya civakê jî pêk were. Ji ber vê jî şoraşa gelan bi azadiya jin pêkan e. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe."