Jin bi Hev re bi Hêz in dê li Îzmîrê li qadan bin

  • 12:58 14 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jin bi Hev re bi Hêz in, bernameya xwe ya çalakiyên 25'ê Mijdarê aşkera kirin û gotin dê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li qadan bin.
 
Jin bi Hev re bi Hêz in bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla Mehtap Alîşan ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li tevahiya cîhanê qeyrana aboriyê heye û li Tirkiyeyê jî bi kûrahî tê hîskirin. Em her roj bi nûçeyên bihabûnê ve şiyar dibin. Gel mehkûmê xizaniyê tê kirin. Di nav vê qeyranê de bêtir jin para xwe digirin. 
 
Li dijî rastiyan Şebnem Korur Fîncanci û rojnamegerên hatin girtin. Kujerên jina, tecawizkar û êrişkar tên berdan, Peymana Stenbolê tê betalkirin, hevalên me yên ku dixwazin bibin dengê mirovan bi êrişan re rûbirû dimînin û tên girtin. Em dibêjin em ê li cem xwişkên xwe bin û em ê bi têkoşîna xwe bersivê bidin êrişan. 
 
Her wiha li hemberî xwişka me Parêzer Aryen Turan êrişek pêk hat, hedef hat nîşandan û hate binçavkirin. Em ê li dijî dewleta mêr li kolanan bêjîn "Jin jiyan azadî" em paşve gav navêjin. 
 
Îqtîdara ku dijminatiya jin û LGBTÎ+ dike, rê li ber kuştin û tecawizê vedike. Li şûna ku sûcdaran ceza bike rê li ber mîtîngên li hemberî LGBTÎ+'yan vedike. 
 
Şîdeta li hemberî jinan her roja ku derbas dibe zêde dibe, li dijî kuştina jinan, ji bo pratîzekirina Peymana Stenbolê, li dijî dewleta mêr, ji bo jiyanê em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan di serhildanê de bin. 
 
Em bang li jinan dikin ku di 21'ê mijdarê roja duşemê saet 19.00'an de li hemberî Îskeleya Karşiyakayê û di 25'ê Mijdarê roja înê saet 18.30'an de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê  kom bibin. "