Li dijî rojnamegerên jin hewldanên ‘taybet’

  • 11:41 14 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Rojnameger Habîbe Eren ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku prîzên li qada hevpar naxebitin û rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye. 
 
Nûçegihanên ajansa me Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên Ma’yê Bêrîvan Altan û Ceylan Şahînlî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Rojnamegerên ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinan agahî dan. 
 
Rojnameger Habîbe Eren di hevdîtina bi parêzerê xwe re de diyar kir ku prîz naxebitin lewma nikarin televîzyonê li qada hevpar bi kar bînin û ev agahî dan: “Em 5 rojnameger li qawîşa F-2’yê tên ragirtin û prîzên li qada hevpar naxebitin. Lewma jî em neçar man ku televîzyonê deynin odeya hevalekê. Me ev pirsgirêk parve kir lê heta niha jî çareser nekirine.” 
 
Bi domdarî Habîbe, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye.