Ji Komeleya li dijî Şîdeta Zayendî xebatê piştgiriya pirzimanî

  • 09:06 14 Mijdar 2022
  • Nûçeyekê Jî Tu Bişîne
 
 
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Ji Komeleya Têkoşîna Li dijî Şîdeta Zayendî Îrem Ozturk xebatên pirzimanî yên komeleyê vegot û da zanîn ku wê têkoşîna wan jî piştevaniya wan jî mezin bibe.
 
Komeleya Têkoşîna li Dijî Şîdeta Zayendî ji sala 2014’an de ye têkoşîna xwe didomîne. Ji bo jinên rastî şîdeta zayendî hatine piştgiriyê didin,  ji bo xwegîhandinê Nexşerêya Daneyên Stenbolê ya agahî têde hene û xeta telefona wan heye. Taybetiya komeleyê ji komeleyên din ev e ku  xebatên xwe piranî pir zimanî dimeşîne. Yanî beşek mezin a xebatên xwe li kurdî û erebî werger kirine.
 
Ne tenê ji bo kesên rastî şîdeta zayendî hatine, ji bo jin, LGBT û rojnamegeran jî çavkaniya serlêdanê ye.  Pispora Mifteya Ragîhandina Dîjîtal û Saziyê ya komeleyê Pispor Îrem Ozturk der barê xebatan de ji JINNEWS’ê re axivî û got: “Bi taybet li welatên wek Tirkiyeyê ku gelek kes koçber dibinê, rêjeya şîdeta zayendî zêde dibe û çavkaniyên cemawerî di têkoşînê de qels dimîne. Em çiqas agahiyan belav bikin wê têkoşîna me evqas mezin bibe.”
 
* Der barê şîdeta zayendî de kampanyayên we hene?
 
Em wek komele ji bo bandor û zirara şîdeta zayedî kêm bibe dixebitin. Em xebatan li sê qadan dimeşînin. Di çarçova Bernama Piştgirî û Xurtkirinê de em xebatên der barê şîdeta zayendî de dimeşînin. Li ser malpera me ya wek ya ‘csdestek. Org’ agahiyê girîng ku kesê bi şîdeta zayendî re hatine rû hev dikarin jê fêdeyê bigirin heye. Nexşerê ya Yekîneyên Stenbolê têde heye. Ev malpera webê bi Tirkî, Îngîlîzî, Kurdî û Erebî weşanê dike. Heman demê de xeta me ya telefonê ya nav hefteyê roja duşem, sêşem, pêncşem û înê navbera saetên 11.00 û 1700’an de dixebite heye û numara telefonê 0549 599 15 19 ye.An jî li ser @cinselsiddetlemucadele.org üzerinden serlêdan bê kirin.
 
Di Bernama Pêşîgirtin û Veguhertinê de jî  xebatên atolyeyê tên meşandin. Ji bo pisporên bi zarokan re dixebitin jî Bernama Belavirina Mafên Gotinê ya Bedena Zarokan, ji bo pisporên bi ciwanan re dixebitin jî ‘Çi heye çi tuneye! Xebatên ciwanan’ atolye tên meşandin. Di atolyeyên ‘Guherîn bi Min re destpê dike’ jî di 5 modulê de ji bo sazî û koman atolye pêk tên.
 
Bernama Ragîhandina Sazî û Parastinê jî der barê van hemû mijaran de xebatên parastin û aktîvîzma dîjîtal dike û heman demê de yekîneya me ya ku em faliyetên xwe yên parastinî yên netewî û navnetewî dike ne. Di vê bernameyê de em xebatên xwe yên çapemenî jî dimeşînin. Di têkoşîna li dijî şîdeta zayendî de hêza çapemeniyê gelek mezine û ji ber vê jî em hedef dikin bi xebatkarên çapemeniyê re û rojnamegeran re hevkariyê bikin û nêrîna der barê şîdeta zayendî ya civakê biguherin. Malpera me ya Arşîva Dîtbarî jî ku em dîmenan  jî du sale di faliyetê de ye. 
 
* Hinek çavkanî jî ji Tirkî li Kurdî hatine wergerandin, hun dikarin vê berfireh vebêjin?
 
Belê hinek çavkaniyên me ji bilî îngîlîzî li kurdî û erebî hatin wergerandin û weşandin. Salên pêşde jî em ê vê bidomînin. Bi taybet salên dawî de koçberî zêde ye û mixabin mekanîzmayên piştgiriyê yên saziyan qelsin. Ji ber vê me got kesên tirkî û îngîlîzî nikarin bi zimanê xwe bila serlêdana xwe bikin. Ji rupelên îngîlîzî û tirkî yên malpera me ya web dikarin xwê bigihîninê.  Dîsa ji bo kesê rastî şîdeta zeyndî hatine fêdeyê bigirin bi kurdî dikarin xwe bigihînin malpera https://csdestek.org/ku/. Bi Kurdî dikarin xwe bigihînin pirtûka Berpirsyariyên li Dijî  Îstîsmara Zayendî Dikevin Ser Milê Mirovan û Mafê Gotinê ya Zarokan ya li ser Bedena wan. 
 
* Di têkoşîna li dijî şîdeta zayendî de girîngiya zimanên cuda çiye li gorî we?
 
Di têkoşîna li dijî şîdeta zayendî de hem xebatên pêşgirtinê hem jî piştî şîdeta zayendî xebatên piştgiriyê  tên meşandin û em dibînin ku civak di alî agahiyên rast de kêmasiyan dijîn. Ji ber vê xwegîhandina xizmet û zanînê zehmet dibe û bi taybet ger ku pirsgirêka ziman hebe zêdetir zehmet dibe.
Kesên bi şîdeta zayendî re tên rû hev hewce bi agahî û xizmetê dibînin. Li nexweşxane, qerekolê divê çi bikin serî li ku bidin. Ji kîjan saziyê piştgiriyê bigirin. Ev hemû bi zimanê cuda bin gelek baş dibe û girîng e. Bi taybet li welatên wek Tirkiyeyê ku gelek kes koçber dibinê, rêjeya şîdeta zayendî zêde dibe û çavkaniyên cemawerî di têkoşînê de qels dimîne. Em çiqas agahiyan belav bikin wê têkoşîna me evqas mezin bibe.
 
* Herî dawî tiştekî bixwazî bêjî heye?
 
Li pêş me 20’ê Mijdarê Roja Bibîranîna Transên Mexdurên Sûcên Nefretê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Ser Jinan  heye. 
Li aliyê din jî di rojeva Tirkiyeyê sûcên nefretê hene û em bi şîdetê re têdikoşin. Li aliyê din jî bala me li ser Îran û Afganîstanê ye. Jin û LGBTÎ li her derê cîhanê bi şîdetê re tên rû hev. Lê em roj bi roj li dijî şîdet û zextan têkoşînê mezin dikin.