Nagîhan Akarsel li cihê lê hatî qetilkirin hate bîranîn

  • 14:00 13 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê li cihê hatî qetilkirin hate bîranîn. Di merasîma bîranî de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel duh li bajarê Silêmaniyê li cihê lê hatî qetilkirin, ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û jinên azadîxwaz ve hate bîranîn. Jinan li cihê Nagîhan Akarser lê hatî qetilkirin, deste gul danîn û mum hatin pêxistin.
 
Li ser navê RJAK’ê Sara Reza daxuyaniyek xwend û wiha hate gotin; “Em di demek wisan de şehîd Akarsel bibîrtînin ku jin li tevahî cîhanê dijî aqilê zilamsalariyê têdikoşin. Ev aqilê dijî jinan, naxwaze jin xwedî nav û nasnavê xwe bin. Ji bo vê jinan têkoşîn û azadiyê kirine hedefa xwe. Ev ne tenê li Başûrê Kurdistanê pêktê, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî jin dijê tundûtujî û terorê li ser piyanin. Rewşa niha ya li Îranê mînaka herî berbi çave.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikrê azadiya jinan ya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ nîşanî hemû gelên cîhanê kir. Niha jî li tevahî cîhanê belav bûye, ji ber ku wateya jiyan û azadî bihêzkiriye. Şehîd Nagîhan Akarsel hertim hewl da xebata jinan li Kurdistanê kom bike, şehîdxistina Nagîhan wê nebe sedema rawestandina têkoşînê. Em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin, carek soz didin tolê ji hemû aqilê zilamsalarî ku Nagîhan Akarsel şehîd xistin, hilînîn.”
 
Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ dawî bû.