Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di dome

  • 13:25 13 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê nêzî du mehin dewam dike, ji her aliyên civakê ve ji bo serhildanê piştgirî berdewam dike û tê xwestin ku çalakvanên girtî bên berda.
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî û ji bo azadiyê nêzî du mehin dewam dike. Duh li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xelk daketin kolanan û çalakî lidarxistin.
 
Li Seqizê esnafan dikanên xwe venekirin, xwendevanên zanîngehê jî dijî zextên rejîmê çalakî li dar xistin. Xwendevanên zanîngeha Tahranê bi dirûşmeya "Xwendevan edaletê dixwazin" daketin kolanan û weke rojên din xwepêşandanên xwe dewam kirin.
 
Li Beluçistanê jî weke rojên borî, dijî rejîma Îranê xelk daketin kolanan. Xwendevanên zanîngeha Sine bi dirûşmeyên dijî rejîmê daketin kolanan. Li bajarê Serdeşt jî xwepêşandanek hate lidarxistin û xelk li ber derê mala şehîdek xwepêşandanê ê bi navê Hemin Hemze kombûn û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qêriyan.
 
Li bajarê Seqizê melayan bi daxuyaniyekê êrişên rejîmê şermezar kirin. Melayan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji ber gendelî û zilmê Kurd rabûne ser xwe. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Du meh bi ser qetilkirina Jîna Emînî re derbas bûn, lê desthilatdar guh nade xelkê. Rastiyê berevajiyê dikin û xelkê nerazî dikujin, bi awayek ne yasayî muemeleyê bi kesên hatine binçavkirin re dike.” Herwiha melayan piştgirî dan xwepêşanderan û xwestin kesên hatine binçavkirin werin berdan.